Di 1’emîn Mihrîcana Jinan a Fîdan Dogan a li Parîsê de coşeke mezin derkete holê. Mihrîcan li herêma Val De Marneyê ya paytexta Franseyê Parîsê hat lidarxistin û gelek jinên Kurd û dostên wan beşdar bûn. Saziyên wekî Komeleyên Jinê yên Zîn, Meclîsên Jinan ên Bakurê Fransayê, Femmes Solidaires, Jinên Kobanê û Kolektîfa Hevgirtinê piştgirî dan mihrîcanê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê hat lidarxistin.

Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin

Di peyama jinên Kurd de hat gotin: “Em ji çiyayên Kurdistanê we silav dikin û şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza dilsoziyê û serkeftina mutleq didin hevrêyên me Sara, Rojbîn, Ronahî, xwedawenda me û manîfestoya me Zîlan û hevrêyên me Nalîn Mûş û Hêlîn Dêrsim ên ku di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Em dewletên Ewrûpayê şermezar dikin yên ku li hemberî tecrîdkirina Rêber Apo bêdeng in û em diyar dikin ku bi berxwedana xwe em ê pergala Îmraliyê hilweşînin.” Di mihrîcanê de pêşangeha jiyan û têkoşîna Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Layla Şaylemez yên li Parîsê hatibûn qetilkirin, hate vekirin.

Di mihrîcanê de Serenat Ergîcan, Rojda, Tigri Ûzar, Lîlav, Şararoj, Zazlooz derketin ser dikê û şanoger Kewê Yildiz Gultekîn lîstikek pêşkêş kir û piştre jî koma dansê ya Tamîlan derket ser dikê. 


 ANF/PARÎS