
Ya civakê pêk tîne kombûna takekesan e; yanî encama kombûna wan a hejmarî û kombûna wan a çawanî (kalîte-cewher) ye. Ji ber vê yekê jî naskirina civakekê bi naskirin û navlêkirina endamên ku wê ava dikin gengaz e. Lê belê civak ji van endam û taybetmendiyan a bi şêwazê matemetîkî navlêkirinê wêdetir, hebûneke tevlîhev a ji hevbandorbûnê ye. Pêkhateyên civakê ava dikin di nava xwe de ji hin aliyan ve homojen bin jî, bi giştî ji homojenbûnê dûr, berhemên gelek taybetmendî û jihevbandorbûn a tevlîhev in. Gelek bandor û taybetmendî telvî hev dibin û civak verdigere hebûneke ku ji bi hezaran bandor û taybetmendiyê pêk tê. Mîna tevlîheviya derdor û taybetmendiyên ku civakê pêk tînin, hin derdor û aliyên serdest jî di gevdegirtina civakê de rolê dileyizin û daneyê pênasekirina civakê nîşan didin.
Rêberê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di navlêkirin û rawekirina karekter û rewşa civak tê de jinên wê civakê ji bo fahmkirina wê civakê mîna neynikê ne. Balê dikişîne ku asta azadiya civakekê dikare bi asta azadiya jinên wê civakê dikare were pîvan. Ne tenê di diyarkirina asta azadbûnê de, asta pêşketina wê civakê, diyarkirina asta demoksiyê ya di nava wê civakê de; ji bo neynik danîna ber gelek aliyên jiyana heman civakê jî jin pîvaneke ku şaş nabe ye.
Yên di destpêka dîroka mirovahiyê de hatin têkbirin û kolekerin jin in. Guherîna û veguherîna jinan a di tevahiya dîrokê de pêk hat tên wateya bîlançoya wendakirin û destkeftiyên mirovahiyê jî.
Beriya dîroka pênc hezar sal a çînî, hegemonîk, dewletparêz a sîstema baviksalarî zêdetirî deh hezar sal jiyana civaka xwezayî ya wekhev, kolektîf, exlaqî û civakî hebû.
Serdema zêrîn a mirovahiyê
Neolîtik a zîrveya vê pêvajoya ku jiyan li dora jin a dayik kom bûye. Neolîtik serdema zêrîn a mirovahiyê û jinêye ku jê re sîstema xwedawend a dayik tê gotin. Jiyana ku li dora jina azad ava bû asta herî jorîn a azadbûn, efrînerî û hevkariya civakê bû. Ev sîstema bextewariyê bi avabûna sîstema baviksalarî-hiyarerşîk a avakirina dewletê re bi xwe re di serî de jin koledariya civakê û koledariya mêrên lewaz bi xwe re anî. Li dewsa wê sîstemeke koledar, bêdad û mulkiyeta taybet a mêtînger hate avakirin. Ya piştî wê jî çîroka gav bi gav bisînorkirina jinê di nava civakê de, çewtkirina rola wê û bi jinê re tinekirina rastiya civaka azad e. Jina Kurd di şêwazgirtina civakê de hem ji aliyê erênî, hem jî ji aliyê neyînî ve bûye xwedî rol û niha jî vê rola xwe didomîne.
Kurdistan erdnîgariya ku sîstema xwedawenda dayik, baweriya Zerdeştî ya wekheviyê, olên yek xwedayî yên ku desilatdariya mêr herî zêde jê xwedî dibe û hedefa êrîşên dagirkerî mêtîngeriyê ye. Tevî bûyina çavnakiya bihêz a ku mirovahî xwedîdikir, her wiha bû erdnîgariyeke ku serdestan tim çav berdanê, bû hedefa êriş û talanan, di encama van êrîşan hate texrîb kirin… Ev karakter di diyarbûna şêwazê jiyana mirovên li wir dijîn de jî diyarker bû.
Asta jinê asta civakê diyar dike
Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike, civakên ku çandeke bihêz ava kiribin bi hesanî ji bin bandora wê çandê dernakevin û himbêza xwe ji pêşketinê nû re venakin. Her wiha sedema li nava vegera gelê Kurdistanê ku di nava taybetmendiyên eşîrî-feodalî de teqinî jî bi hêza çanda Neolîtîk ve girêdide.
Piştî astekê rewestandina pêşketina xwe û gavneavêtina nav şaristaniya dewletparêz hem drameke gelê Kurd e hem jî sedeme ku ji nirxên civaka demokratîk bi tevahî qut nebûye. Ev yek bûye bingehê ku li dij sîstema hiyarerşîk, pêşengiya xeta şaristaniya demokratîk dike.
Ya ku herî kêm bi sîstema çînî û dewletparêz re têkilî danî jina Kurd e. Ji ber vê yekê jî jina Kurdistanê hemû nirxên civaka xwezayî yên komunal, piştgir, wekhev di kesayetiya xwe de diparêze.
Bi van taybetmendiyên xwe yên himbêzkar, aştiyane û avakar di mijarên mîna şerê eşîran, dozên xwînê an pirsgirêkên din ên malbatî-civakî de jina Kurd rêya çareseriya aştiyane, sekinandina xwînê û astengkirina dijwariyê vekiriye. Kesayetiya berhemdar, efrîner û bihêz a serdema Neolîtîk a jinê îro jî li Kurdistanê di ziraat, sewalkarî û gelek aliyên din ên jiyanê de xwe dide der. Gelek aliyên sîstema hegemonîk ên mîna takekesî, egoîst, belavkar, tebeqeyên hiyarerşîk û gelek taybetmendiyên din ên neyînî, bi saya taybetmendiya jinê ya hevkar, têkildar, dilnizm bi temamî nikarin serdest bibin û ev taybetmendî li dij parçebûna civakî li ber xwe didin. Li herêmên ku kapîtalîzm gelekî bi bandor nebûye di çanda eşîran, Elewîtî û Êzîdîtiyê de ev rastî dikare were dîtin.
Mamosteya yekemîn, dayika civakê
Di her dema dîrokê de di avabûna nasnameya civakê û meşandina wê de jin mîna hêza bingehîn hatine dîtin. Tevgerên ku têkoşînên netewî û çînî dane jî li ser jinan bandora xwe ya bîrdozî-Polîtîk ava kirine û xwestine nirxên xwe di ser jinan re li ser civakê bibandor bikin û bigihînin nifşên nû û paşerojê.
Mîna mamosteya yekemîn û ya herî bibandor a zarokan jî jin di avakirina kesayitiya nifşên nû de ji bo pêkhatina nirxên çandî, exlaqî û polîtîk xwedî rola girîng in. Ji ber vê yekê jî ne tenê rola dayika malbatê, rola dayika gel-civakê jî hatiye dayin. Li ser heman bingehî di têkoşînên rizgariyê yên netewî û çînî de jî hatiye hêvîkirin ku mîna motîveke girîng rola xwe bileyize.
Di Serhildanên li Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya niha tê meşandin de roleke bi vî rengî ya jinan heye. Di serhildanên dîrokê de beşdariya jinan a nava têkoşînê ne girseyî ye; bêhtir bi sifata jina lîderê serhildanê, keça wî beşdar bûne bûne sembol. Mîna Besê, Zarîfe, Rindêxan...
Lê belê her timê dayikên digotin, “heger li hember dijmin tu li ber xwe nede, şer neke ez şîrê xwe li te helal nakim“ hebûn. Vê giyanê tim girêdana bi nirxên neteweyî û parastina welat de xwebexşîn teşwîq kiriye. Di roja me de bi hejmareke zêdetir dayikên Kurd zarokên xwe bi nirxên welatparêzî mezin dikin û seferberî têkoşînê dikin. Her wiha mîna her qada têkoşîna azadiyê di qada leşkerî de jî jin destanan ava dikin.
Rola jinê ya di aboriya hûndir û derve de
Pêwistî heye ku li ser rola jina Kurd a di jiyana aborî de jî em rawestin. Di encama polîtîkayên bi zanebûn ê mêtîngeran de Kurdistan bi derengî ji hilberîneriya kapîtalîst re gelekî bi sînor hate vekirin. Hilberîneriyeke ku giraniya wê ziraat û sewalkariye heye. Jina Kurd ji Neolîtîkê heya niha di van her dû mijaran de jî xwedî rola bingehîn e. Piştî ku ji ber şer ev her dû qat bi piranî hatin texrî kirin vê carê di kedkariya ziraatê ya demsalî de dîsa jina Kurd xwedî rola sereke ye.
Tevî ku himekî bingehîn ê aboriya derveyî malê ye, di heman demê de di keda nava malê de jî xwedî rola sereke ye. Di vê wateyê de di jiyana aborî ya civaka Kurdistanê de jina Kurd xwedî roleke mezin e. Lê belê di mijara bûyina xwedî gotin a derbarê keda xwe de bandoreke wê ya zêde tuneye, divê were diyarkirin ku di vê qadê de hakîmiyet di destê mêr de ye.
Koçberî û jina Kurd
Bi koçberiya metropolan û Ewropayê re di hejmara jinên dixebitin de zêdebûn heye; bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re jî zanistiya xwedîderketina li keda xwe bipêş ketiye. Lê divê were gotin ku ev yek hêna bi sînor e; di mijara derbaskirina feraseta mêr a serdest de hêna gelek mesafe heye ku were derbas kirin.
Jina Kurdistanê hem bandorê li civaka Kurdistanê dike hem jî jê bandor dibe. Ji ber ku jina Kurd kêmtir ketiye bin bandora mêtîngerî-kapîtalîzmê, cewhera wê ya welatparêz bipêş ket û nirxên civaka xwezayî parastin. Di heman demê de ev bû sedem ku xwe bi nirxên paşverû yê eşîretî-feodal ve girê bide û di encamê de jî zanistî û asoyê wê teng bimîne. Nizmbûna asta perwerdeya jinê dibe sedem ku nifşên nû bi şêwazekî tenduristî neyên gihandin. Tim di bin zextê de hiştina wê û xistina rewşa muxtacî nan, bi şêwazê bê rêxistin hiştinê re mayina wê ya bê parastin, her wiha ji ber statukobûyin û ji ber tirsa wendakirina tiştên di destê xwe de di pozîsyoneke tirsnak û teslîmkar de maye. Di gelek malbatan de jin ji ber vê yekê di rewşa ku mêr ji têkoşînê dûr dixe de ye. Dema aliyê kevneperest, koledar û ji xwebir ê olê jî lê zêde dibin jina Kurd dibe bingehê paşverû û paşverûtiyê.
Di civaka Kurdistanê de bandorên çanda baviksalarî bi kevneperestiya olî û paşverûtiya eşîrî-feodalhi re gihiştine hev û ketiye rewşeke zexm a nayê kişandin. Jina Kurd a di nava vê çanda baviksalarî de şêwaz digire û teslîmî wê dibe vê çandê derbasî zarokên xwe jî dike û dibe amûra meşantdin û mezintirkirina wê.
Zewacên bi zorê û şaş civakê dirizînin
Dîsa mîna meta girtina dest a jinê di gelek zewacan de xwe nîşan dide. Kirinên mîna zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê, berdêlî, sozdayina zewacê ya dema dergûşê de îradeya jinan parçe dike, wan bêhêvî dihêle û bi qedera xwe razî dibe. Saziya malbatê ya li ser bingehekî wisa tê avakirin neçar dibe sedem ku civakê birizîne, reşbîn bike û vê reşbîniyê belav bike. Di dijwariya nava malbatê de, zêdebûna nakokiyan, cînayet û xwekuştinên jinan de, îstîsmarkirina jinan de têgihiştina bi vî rengî avakirina malbatê û şaş nêzîkbûna ji bo jinê roleke mezin dileyize. Têgihiştina ku li dewsa namûsê weke xwedîderketina nirxên netewî û mirovî bibîne, wê di şexsê jinê, beden û cînsiyeta wê de digire dest bûye çavkaniya gelek dozên xwînê, cînayet, kuştin û xwekuştinê. Têgihiştina çewt a namûsê di teslîmgirtina dijmin a mêr û civaka Kurd de bûye zemînekî bikar anînê. Di xistina jin û mêran de, di şikandina meyldariya wan a berxwedanê de dijmin bedena jina Kurd weke çekê bikar tîne. Kengî jin û mêrê Kurd ji vê têgihiştina çewt a bi navê namûsê rizgar bûne, nirxên welêt û mirovahiyê mîna namûsê girtine dest wê demê hêza berxwedanê dîtine û dest bi afirandina destanan kiriye.
Bandora olê li ser jinê û civakê
Di roja me de di kontrolkirina gelê Kurd de amûra herî bibandor ol e. Ol jî herî zêde bandorê li jinan dike; serî tewandin, teslîmbûna ji bo desilatdariya mêr, razîbûna bi qedera xwe, tewekkul û tirsa di afirîne bûye destek ji bo mêtîngeriyê.
Ji ber ku Îslam zewaca bi gelek jinan re teşwîq dike dibe sedem ku jin bi cinsê xwe re nayê cem hev, parçe dibe, hesûdî lê peyde dibe, dikeve nava hesta ku bênirxe, cinsê xwe ji bo xwe dijber-reqîb dibîne û ev tev desilatdariya mêr hesan dikin. Heta rastiya jina Kurdistanê ya di lepê olê de ji hev ketiye û rastiya ku kevneperestî û teslîmiyetê xwedî dike ji bingeh neyê guhertin, ne hesan ku bi tevahî civaka Kurd were guhertin û pêşketin.
Rewşa jina Kurd a di bin bandorên giran ên nêzîkatiyên eşîrî-feodal û olî de bê îrade hatiye hiştin, hayite perçiqandin, bêrêxistin hatiye hiştin, zanistiya wê ya cins ji holê hatiye rekirin, di nava bêçareyî, hestiyarî de bi tinebûnê re rû bi rû hatiye hiştin sedem û çavkaniya gelek nexweşî û nakotiyên di nava civaka Kurd de ye. Ji ber vê yekê jî xwe rizgarkirina jina Kurd a ji bin bandorên vê yekê, kilîda afirandina civaka bi tenduristî ya Kurd e jî.
Bi rastiya xwe hisiya bû pêşeng
Jina ku di nava têkoşîna rizgariya Kurdistanê de bi rastiya xwe û dîroka xwe re rû bi rû ma, ji qada bîrdozî heta bi qada leşkerî, ji qada çandî heta bi her qadê îrade, bîrdozî û rêxistinbûyina xwe ya xweser ava kir, têkoşîna azadiyê bipêş xist di rewşa heyî de bûye motara guherîn û veguherîna civaka Kurd. Her ku jina Kurdistanê ji zincîrê civaka baviksalarî rizgar dike hem rêya azadiya xwe, hem jî ya gelê Kurdistanê diafirîne. Ji rewşa hepsî ya di nava çar dîrawaran de rizgar dibe, di her qada jiyanê de hîmê jiyana nû ava dike.
Çanda xwedawenda dayik a bi hezarê salan di bin xweliya koledariyê de hatiye hiştin di kesayeta xwe de careke din zindî dike û careke din giyana jiyana azad a jinên Mezopotamyayê li dhiroka mirovahiyê belav dike.
Hemû mirovên ku ruhê vê têkoşînê digihijiyê careke din bedewiya avakirina gihiştina hev a azad û afirandina jyiana kolektif dijîn.
Çanda xwedawenda dayik a serdema Neolîtîk di şexsê jina Kurdistanê de, mirovahiyê careke din ber bi heyecana dîtina xefna cenata ser rûyê erdê ve dikişîne...
