MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYA
Dayik û bavên 3 şehîdên ji Rojhilatê Kurdistanê, got, fikir û rêbaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînor şikandine û wan bang kir ku li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan çalakî werin berfireh kirin.
Kurdistan Helo û Mam Mihemed Hesen ku hevjîn in, 3 zarokên wan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne. Kurê wan ê bi navê Ehmed ji ber beşdarî xwepêşandanên li Serdeştê yên li dijî komployê yên 1999´an bû, rejîmê ew şopand heta ku sala 2004'an şehîd bû. Piştre jî du kurên wan ên din beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Herdu di sala 2013'an de di kemîneke rejîma Îranê de şehîd bûn.
Piştî ku hersê zarokên wan şehîd ji bûn, tevî ku temenê wan mezine jî Kurdistan Helo û Mam Mihemed Hesen beşdarî gelek çalakiyên bûne. Herwiha herî dawî ji bo rakirina tecrîda li dijî Ocalan bi hev re li Silêmaniyê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ji bûn.
'Rêber Apo hemû cîhan ronahî kiriye'
Kurdistan Helo komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got; "Apo rêberê aştî, azadî, aramî û mirovahiyê ye. Rêber Apo çirûskeke ku hemû cîhan ronahî kiriye."
Mam Mihemed Hesen jî got, ji bo pûçkirina komploya navneteweyî divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û bi tifaq be: "Divê ji çarçoveya hizbîtî, binemalî û eşîrtiyê derkevin. Ev rastî derketiye ku binketina şoreşên Kurdan ji ber nebûna yekgirtînê bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo wiha kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek fikir û bi hestên neteweyî bigire. Bîr û fikrên Rêber Apo sînor şikandin."