Li  bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Abdullah Ocalan meşeke girseyî hate lidarxistin. Di dawiya meşê de bang li civaka Êzîdî  hate kirin da ku li “Rêber Apo xwedî derkeve”.

Çalakî bi pêşengtiya Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir, heya ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê bajarok beşdar bûn. Di meşê de posterên Ocalan hatin rakirin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe, bijî Serok Apo” hatin gotin.

Piştî ku meş giha ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê ji aliyê nûnerên Meclisa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ve axaftin hatin kirin.

Destpêkê Hevserokê MXDŞ’ê Hisên Hecî got; “Ev 21 sal derbas dibin Rêber Apo ji aliyê hêzên desthilatdaran ve hate girtin. Fikra dagirker xwest, fikra demokrasî tine bikin. Civaka Êzîdî nikaribûn bibin xwedî îrade heta ku fermana bi ser wan de nehat û xwe bi fikra Rêber Apo bi rêxistin kirin. Bi saya serokatiyê me xwe bi rêxistin kir û dengê me li tevahiya cihanê belav bû ku em jî hene û xwedî hêz û îrade ne. Rêya ku em karibin xwe pê ji fermana xelas bikin û yeketiya xwe çêkin, fikra Rêber Apo ye.”

Li ser navê TAJÊʼyê jî Neam Bedel, komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Bedel bang li tevahiya jinên Êzîdî kir da ku “xwedî li Rêber Apo derkevin” û got, “Ji ber ku Serokatî ne tenê ji bo gelê Kurd têdikoşe, gelek kes û civakên din jî ji fikr û felsefeya Rêber Apo sûdê werdigirin.”

 

ROJNEWS/ŞENGAL