Adara bihurî nûçeyek belav bû li ser fîlên serxweş ên li Çînê. Dîmen û wêneyên vê nûçeyê pirr şîrînokî bûn; fîlên serxweş bûyî li baxçeyekî çayê bi xew ve çûyî bûn. Lê derket holê ku nûçe ne rast e. Ya rastî fîl carinan bi ser alkola mirovan ve dibin û bi qasî ku serxweş bibin vedixwin, lê ev gelekî kêm diqewime.
Bi rastî jî komeke ji 14 fîlan 11´ê Adarê bi rastî jî kete gundên herêma Yunnan a Çînê. Wan zirar kir li banên xaniyan û her wiha li cerên mezin ên şerabê jî.
Piştî bi sê roja neh fîlên din li heman herêmê ketin gundekî din; li wir jî wan zirar li malan û panelên rojê kir. Lê wêneyê ku belav bû, ne ji van herdu bûyeran bû. Wêne yê ji nûçeyeke Hezîrana 2019´an bû ku behsa birêvebirina fîlan a li Çînê dikir. Jixwe mafê belavkirina wêne jî yê Buroya Birêvebirina Fîlan li Herêma Yunnanê ye. Di nûçeyê de hîç behsa fîlên serxweş nayê kirin. Yanî xelkê serxweşbûna wan ji xwe re li hev aniye.
NAVENDA NÛÇEYAN