Derhênerê fîlmê Mehemed Bîlmez, diyar kir ku leşkeran destûr nedan dîmena komkujiyê li Geliyê Sefo bikişînin û kişandina fîlmê ji aliyê leşkaran ve hat qedexekirin.
Bilmez, anî ziman ku ji bo der barê komkujiyê de agahiyan bigirin gelek kedek mezin didin û wiha got: “Me ji bo vê senaryoyê 2 salan ked da. Ji bo em li Geliyê Sefo li cihê komkujiyê dîmena fîlma ya herî girîng bikişînin me destûr xwest. Lê leşkeran got ew destûrê nadin û ji komkujiyê heta niha bi tu awayî tu kes neketiye wê qadê. Ligel hemû hewildanên me yên îknayê destûr nedan. Ji me re gotin, ‘Heke hûn bê destûr bikevin wê derê em ê payeya xwe ya kuştinê bi kar bînin’ Me bi gelek saziyên welatparêz re hevdîtin kir lê hê jî me tu encamek zelal negirtiye. Heke li cihê bûyerê dîmen neyê kêşandin tu wateya fîlmê namîne. Li gorî me tirsa wan ew e ku rastî derbikevin holê. Dibe ku hêj hestiyên kesên hatin kuştin li wir bin.”
Serokomarê wê demê Îsmet Înonu Orgeneral Mustafa Muglali şand Wanê û leşkerên di bin fermana wî de di 30’ê Tîrmeha 1943’yan de li gundê Koçkirina Jor a navçeya Qelqeliyê ya Wanê 33 welatî li Geliyê Sefo gulebaran kirin û qetil kirin.
DÎHA/WAN