SADIYE ESER / MA / STENBOL

Filma “Tebeşîr“ a mamoste Ozge Astan ku bi KHK’ê hat îxrackirin, di Mihrîcana Filmên Kurdî de wê bê nîşandan. Astan got, wê xwestiye dengê xwe ragihîne û wiha peyivî: “Ji me re gotin, ‘hûn nikarin mamostetiyê bikin.’ Me jî bi vê filmê got, em hene.”

Di dema kişandina filmê de mamoste Aynûr Barkin û Seher Darilmaz jî alîkariya Astanê kirine. Xwendekarê astanê, Bûrhan Agbaba jî bi kameraya xwe alîkariya wê kiriye.

Serpêhatiya wê senaryo ye 

Astan diyar kir ku senaryoya filmê wê çîroka wê bi xwe ye û got, “Mamosteyeke ji kar hatiye avêtin, behsa xebata xwe ya li saziyekê dike. Her wiha behsa çalakiyên xwe yên li kuçeyan jî dike. Senaryo hat qebûlkirin û proje hat destekkirin. Li ser vê, me jî tevî hevalên xwe film çêkir. Min ji hevala xwe Aynûr pirsî ‘em ê karibin bikin?’ Aynûrê kamera hilgirt û lênerî. Di nav çend rojan de kamera hel kir. hevala me mamoste Seher jî hatibû îxrackirin. Di filmê de sahneyeke xewnê heye. Min jê pirsî, tu dikarî vê sahneyê xêz bikî. Wê jî xêz kir. Denîz jî sêwirînerê me ye û berê jî der barê KHK’yan de filmek çêkiribû. Wê jî film sêwirand. Bi vî awayî çêbû.”

Astan anî ziman ku wê xwestiye bi filmê derdê xwe bîne ziman û dengê xwe ragihîne: “Ji me re gotin ‘hûn nikarin mamostetiyê bikin. Hûn nikarin li ti saziyeke perwerdehiyê bixebitin. Hûn nikarin biçin derveyî welat.’ Ev kar di heman demê de karê hebûnê ye. Yanî me xwest em bi vê filmê bibêjin, em hene.”

Filma Astanê wê di 8’ê Adarê de ango îro bê nîşandan û derhênerê banga temaşekirina filmê li xelkê kir.