Xelatên Sînemaya Belçîkî Flamanî ya bi navê Ensor navdar in, hat dayîn. Weke filmên herî baş di merasîma xelatdayînê de du film hatin eşkerekirin û yek ji van jî filma Zagros bû ku derhêneriya wê Sahim Omer Xelîfe kiriye. Xelat yekşema bihurî li hola Kuursaal a bajarê Ostendeyê hatin dayîn. Akademiya Ensorê filma Fidele a derhêner Michaël R. Roskam jî tevî filma Zagros weke filma herî serketî bijart. Vê filmê wekî din di gelek beşên din ên mîna aktorê herî mêr ê serketî (Matthias Schoenaerts), dekora herî baş, dîmenê herî baş, montaja herî baş de jî xelat wergirtin. Filma Zagros jî bi senaryoya (Sahim Omar Kalifa û Jean-Claude van Rijckeghem) herî baş du xelatên herî bi prestîj ên Akademiya Ensor wergirtin. Di merasîma xelatdayînê de 1300 kesên pisporên pîşeyê amade bûn. Belgefilma herî baş a îsal, bû Rabot a Christina Vandekerckhove. OSTENDE