
Li bajare Elmanya Aachenê bi peşêngiya Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê û Mala Kurdan de şeva belgefîlma bi navê Nû Jîn a li ser Kobanê ku derhenerîya wê Veysî Altay kiriye, hat lidarxistin. Derhener Veysî Altay jî tevlî şevê bû û piştî temaşekirina belgefîlma Nû Jîn derhener Altay bersiva pirsên me li ser filmê û hunera xwe da.
Bandora çi li ser wê çêbû ku hûn belgefîlma Nû Jîn çêkin û çima navê Nû Jîn?
Belgefîlma Nû Jîn di dema şerê Kobanê yê çar mehan de hin dîmên hatin kişandin. Ew dîmên ji bo bernameyên televizyonê ji bo çapemêniya azad bûn. Ji bo ku gelê Kurd zanibe berxwedana Kobanê çi ye çi nîne, em çûbûn Kobanê. Me li wir rojnamegerî dikir.
Em bi niyeta belgefîlmê neçûbûn wir, piştî ku em vegeriyan kesên ku em bi wan re axivîn yan jî dîmenê wan girtibû, pirraniya wan di berxwedana Kobanê de şehîd ketibûn. Ji bo bîranîna wan me xwest belgefîlmekê çêkin û em ji raya giştî nişan bidin ka berxwedaneke çawa li wir qewimî, em ziman û levên şervanên xwe, wê berxwedane nîşan bidin.
Çima Nû Jîn? Ji ber ku Kurd dixwazin bi felsefeyeke nû, bi pergaleke nû li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ava bikin. Ji ber wê jî têdikoşin û xweseriya demokratîk dixwazin. Dibêjin, em edî dixwazin li Rojhilata Navîn xwe bi xwe birêve bibin û li Rojava kîjan netewe dibe bila bibe, ji kîjan olê, ji kîjan dengî, ji kîjan rêngî dibe bila bibe, bila wek xwe bijî. Yanî dixwazin wek jiyana kevin, jiyana hovane, sekna dagirker tine bikin û li hemberî wê jiyaneke mirovane, xwezaparêz ava bikin.
Dema şerê Kobanê gelekî dijwar bû, tu sê mehan li Kobanê bûyî. Di nava wê demê de zor û zahmetiyên herî zedê xwe dan der çi bûn?
Ya rastî, ji destpêkê heta dawiyê Kobanê zahmet bû. Lê ku ez bibêjim min ev zahmetî kişandiye, li hember ên ku li wir jiyana xwe ji dest dayî bêrûmetî ye. Ji ber ku şervanên YPG û YPJ´ê yan jî kesên ku li wir li ber xwe didan, ango gelê Kobanê, gelê sivîl, zarok, jin, pîr li ber xwe didan, zahmetiyên wan kişandî û berxwedana wan li hember me ye. Ji bo wê jî ez naxwazim behsa zahmetiyên xwe bikim. Kesên li wir jiyana xwe ji dest dayî, zahmetiyên herî herî mezin kişandin, em jî têne li ser şopa wan bûn, di destê me de kamera hebû, me hin tişt dikişandin û ev zahmet bû.
Di amadekirina gelek belgefîlman de bi montajê bi reng û dengê dîmenan tê lîstin. Lê me di Nû Jîn de tiştekî wisa nedît, her tişt wek hatî kişandin bû, sedema vê çi ye?
Me xwest, şer çawa be em wisa nîşan bidin di fîlmê de. Me ne xwest em zêde pê bilîzin, bi rengê wê yan jî bi dengê wê. Ji ber ku di belgefîlman de yan jî di fîlman de estetîk pirr girîng e birastî jî, le ev ne fîlmeke wisa bû ku em estetîkê tê de derxin peş. Ev fîlm, fîlmeke pirr rast bû, pirr zindî bû, pirr giran bû ji bo wê jî dîmên me ti carî ji bo belgefîlmê nedikişandin. Film bi xwe pirr rast e jixwe, xwe îfade dike. Yanî me çi kişandibû, me çi li Kobanê dîtiye, me xwest temeşevan jî hinekî wê hîs bike. Yanî li Kobanê dengê çi hebû, li wir xwarinek çawa hebû, li wir meş çawa bû, li wir mirov çawa radiketin, dengê ba çawa dihat û dengê çekan çawa dihat.
Piştî temaşekirina belgefîlmê tu temaşekeran jî dibînî; tu hestên wan çawa dinirxînî?
Di hemû pêşandanên filmê de xelk pirr hestiyar dibe. Ji ber ku di vî şerê Kobanê de, gelê Kurdistanê û bi rastî jî gelên ku demokrasî û azadiyê dixwazin ên cîhane bi dile xwe li Kobanê bûn. Yanî 24 seat’an Kobanê dişopandin, ne li Kobanê bûn lê dilê wan li Kobanê bû. Gelê Kurd jî, çar parçeyên Kurdistanê bi dilê xwe bi giştî li Kobanê bû. Her tişta Kobanê bandoreke mezin li van kesan dike. Dema ku fîlmê dibînin, dema ku dibînin ku Ş.Vîyan Peyman bi dengê xwe yê zelal xweş û paqij, piştî şerê Kobanê Şehîd bûye, dibînin hevalên din şehîd ketine û wan dîmênan dibînin, salên bihurê tînin bîra xwe, bi rastî jî bi her awayî hestiyarîyeke mezin di fîlmê de çêdibe. Û di temaşekirina fîlmê de kesên ku rondikan dibarînin, kesên ku piştî fîlmê nikarin biaxivin, kesên ku dixwazin werin min hembêz bikin ji ber ku dibe ku bîhna Kobanê ji min were. Bi rastî, min heya niha rexneyên neyênî negirtine.
Tişta ku di weşandina filmê de herî zêde we hestiyar dike çi ye?
Tiştekî ku ez pirr hestiyar kirin heye. Niha me fragmanek çêkir û fragmana fîlmê 2 deqîqe 10 saniyeyan dirêj e. Me şand ji televizyonên Kurdan re û ew fragman niha di weşanê de ye. Hin malbat hene, piştî ku li fragmanê temaşe dikin, zarokên xwe li wir dibînin, yanî nizanin ew dîmên heye tineye, qet zarokên xwe nedîtine, yan jî zarokên wan şehîd bûne, qet dîmen û wêneyên wan di destê wan de tine ne, di wê fragmanê de dibînin û digihîjine min. Hinek hevserê wan digihîjin min, hinek dayikên wan xwe digihînin min, bavê wan, birayên wan xwe digihînin min û dibêjin, min birayê xwe, zaroka xwe, jina xwe di wir de dît, em dixwazin tu filmê bigihîne me, tu were vê filmê nîşanî me bide. Ez bi rastî jî li hemberî wan bê ziman dimînim, ez nizanim çi bibêjim ji wan re, çawa bikim, yanî ji ber ku pirr tiştên hestiyar ji min re dibêjin.
Îro em Kobanê nîqaş dikin, em li ser Kobanê li ser berxwedan û rûmeta Kurdistanê nîqaş dikin, ji ber ku Kobanê hebûn û tinebûna Kurdistanê bû. Û Kobanê wek Vîyan Peyman dibêje ‘ Kobanê bi berxwedanê, li ber xwe da’ û îro Kobanê bi saya serê wan lehêngan rizgar bû, ez bawer dikim Rojava bi giştî dîsa bi saya serê wan cangoriyan, fedakaran, şervanan wê rizgar bibe piştre her deng her reng wê li ser koka xwe, li Rojava û çar parçeyên Kurdistane şîn bibe.
Ev fîlm parçeyekî berxwedana Kobanê ye, ango pirr parçeyekî piçûk e ji ber ku berxwedana Kobanê kes nikare bikişîne, ez jî nikarim bikişînim. Berxwedan ewqas mezin bû ku ti kamera, ti kes, ti derhener nikare berxwedana Kobane ji sedî sed raxê ber çavê me, ji ber we jî ev parçeyek ji berxwedana Kobanê ye.
HAKKÎ DÎNÇ/AACHEN