Fîlma nû ya Mano Xelîl bi navê Schwalbe (Hecîreşk – Dûvmeqesk) 102 deqeyan dirêj e û dê 4'ê Sibata 2016'an bikevê sînemayan.

Di fîlmê de Mano Xelîl berê jina ciwan Mîra dide Başûrê Kurdistanê, da ku li bavê xwe û koka xwe bigere. Li Başûrê Kurdistanê Mîra rastî terorîzm, sûcên şer û tundiyê tê, lê ew rastî evînê jî tê.

Piştî fîlmên bi navê Baxçeyê “Bihuştê“ (2013) û “Mêşvan“ (2013), bi vî fîlmî jî Mano Xelîl pirsên gerîna li kok û welat dike mijar.

Mano Xelîlê ku 1964´an li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, yek ji navdartirîn derhênerê Swîsreyê ye û heta niha çendîn fîlmên wî di festîvalên navnetewî de hatine xelatkirin.


 ZURICH