Belgefilma bi navê Experiment Rojava in Syrien - Eine Gesellschaft im Aufbruch (Tecrûbeya Rojava li Sûrî-Civakek li ber destpêkeke[nû]) wê yekşema bê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bê nîşandan. Filma derhêner Robert Krieg 60 deqîqeyan dewam dike û wê li Naxos.Kino saet 10:30´î tê nîşandan.
Film berê xwe dide jiyana bi hev re ya Kurd, Ereb, Asûrî, Misilman, Xiristiyan û Êzîdiyan a aştiyane ya li Amûdê û derdora wê. Ew her wiha beşdariya jinê ya nava siyaset û civakê jî nîşan dide. Derhêner wan mirovan nas dike ku bi tecrûbeya demokrasiya ji jêr ji nava milet ve dixwazin civaka xwe bi pêş ve bibin.
Piştî nîşandana filmê derhêner Robert Krieg û bijîşkê rewşên hewarê yê gelek caran çûye Rojava Dr. Michael Wilk jî amade bin da ku bersivê bidin pirsan.
FRANKFURT