MIHEMED EBDO/EHMED REŞÎD / ANHA / HELEB
Du şewat weke 'Dişawat' bûye navê filma endamê Yekîtiya Rewşenbîran Heysem Mistefa. Bûyerên filmê li kolanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê qewimîne.
Navaroka filmê li ser zarokekî bi navê Zagros e. Zagros mîna hemû zarokên di temenê xwe de hêvî dikir ku pêşeroja xwe ava bike. Lê bi carekê ji ber şer, koçber bû, ji xwendinê bêpar ma, hêviyên wî av û av çûn.
Zagros, cara dawiyê li bajarê xwe li ser çiyayê Ehlam dinêre. Ew dîmen di hişê wî de dimîne. Zagros piştî rêwîteyeke dijwar, digihîje taxa Şêxmeqsûd a Helebê û li maleke nîvwêrankirî dimîne. Zargos rewşa xwe li ser lênûskeke kevn dinivîse.
Axir, girtina dîmenên filmê li taxa Şêxmeqsûd dewam dike.
Yek ji hezaran e
Derhênerê filmê Heysem Mistefa ji bo filmê dibêje, “Ji roja destpêkê ya Berxwedana Serdemê ve berxwedana me dewam dike û çirûska wê dê neyê vemirandin. Gel bi israr e ku vegere. Ji aliyê xwe ve em wek Yekîtiya Rewşenbîran dixwazin dengê vî gelî bi hemû şêwazên heyî bigihînin raya giştî."
Heysem di dewama gotinên xwe de destnîşan kir ku êş û azarên gelê Efrînê tam nehatine belgekirin û çîroka zarokê bi navê Zagros yek ji hezaran çîrokên zarokên Efrînê ye."