Hemşîre û Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Şîşliya Stenbolê Îpek Denîz û endama SES’ê û derhêner Nîlgun Kutal Demîrtaş bi belgefilma bi navê “Ji Dengê Yekê Heta Henaseya Dawî” tevlî 7’emîn Mihrîcana FilmAmedê bûbûn. Nîlgun û Îpek bal kişand ser mijarên wekî rewşa hemşîretiyê, binpêkirinên mafan ên li meydana tenduristiyê û her wiha ser belgefilma xwe.
Îpek Denîz got, hemşîre di karê xwe de bêhtir rastî şidetê tên û li ser karên zêde yên bi wan didin kirin jî got, “Tevî ku em bi hemû karan re mijûl dibin, gelek caran em karê bijîşkan jî dikin. Em ji bijîşkan re qehwê çêdikin, karê taybet ên bijîşkan jî dikin. Her wiha karên ku ne girêdayî pîşeya me ne jî bi me didin kirin. Ji ber wan sedeman jiyaneke me ya taybet namîne. Hemşîreyên xwedî zarok bêhtir bi zordariyan re rû bi rû dimînin. Seatên dirêj kar dikin û bi wê re nobetên şevê digirin. Ev tişt bêhtir me tengezar dike.”
Îpek Denîz qala belgefilma “Ji Dengê Yekê Heta Henaseya Dawî” jî kir û got, “Me xwest rewşa kesên ku bi Biryarên di hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin. Me bi 11 hevalên xwe re belge filmek amade kir. Bi cûdahiya zayendî re pergala karsazan bi awayekî pergalî hatiye rûniştandin. Em ê ji bo tinekirina vê yekê gavekê bavêjin.”
Em neviyên pîresêhran in
Hemşîre û derhêner Nîlgûn jî di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka hemşîretiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heger em li dîroka hemşîreyan binihêrin, em ê bibînîn ku çanda desteserkirinê ya li hemberî jinan çawa pêk tê. Hemşîre zedêtir nêzî xwezayê ne. Bedena xwe nas dikin. Tiştên ku hîn dibin û ji bo siberojê mîrateyekê dihêlin. Ji bo wê yekê, em her tim bi dirûşma, “Em neviyên pîresêhran in” dibêjin û bi vê yekê em ser bilind in. Dema ku ev pîşe veguherî pereyan, êdî ew ket bin desthilatdariya mêran. Pergala baviksalar tiştên ayîdê jinê, ji wan distîne û dibin siya desthilata xwe de, jinê dide xebitandin. Bi wê re biçûkdîtina jinê û biçûkdîtina karê jinê pêk tê.”
Keda navmalê nabînin
Nîlgûn destnîşan kir ku jin çawa li malê dixebite li nexweşxaneyê jî bi vî rengî dixebite û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jin çawa ku li zarokekê dinihêre û mezin dike, bi kar û barê malê re jî elaqadar dibe, bi rêve dibe û wekî hemşîre jî li nexweşxaneyan heman karî dike. Çawa ku maf û keda jinê li malê nayê dîtin û winda dibe, li nexweşxaneyê ji ked û mafê me nayê dîtin û winda dibe.”
Nîlgun, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser KHK’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku jinê afirandibû, li pişt xwe hişt û bêyî ku heq bigire, hemû mafên wê hatin desteserkirin bi KHK´ê. Ew rola ku civakê li ser me ferz kiriye, em dixwazin xwe jê rizgar bikin. Em ji bo vê, li ber xwe didin. Li dijî van binpêkirinên mafan, me bi hevalên hemşîre re bi awayekî komînal biryarek da û me dest bi belgefilmeke bi vî rengî kir. Me xwest, vî tiştî bi belgêfilmê raxin ber çavan.”
JINNEWS / AMED