Ji bo 4’emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamed star hat dayîn. Fîlmamed îsal diyarî sînemager Îslam Balikesîr hatiye kirin ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin.

Fîlmamed ku bi piştgiriya Şaredariya Kayapinara Amedê tê bi rê ve birin, îsal bi perspektîfa “Jiyana azad, hunera şoreşger” li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 24-29’ê Gulanê de li dar dikeve û yên ku bixwazin belgefîlmên wan di nav bernameyê de cih bigire divê heta 25’ê Nîsanê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran. Ji bo bernameyê li salona Sînemayê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê daxuyanî hat dayîn.

Endamê Komîteyê Îlhan Bakir got, di pêvajoyê de ku li erdnîgariya Kurdistanê pêkutî û sansûra di warên siyasî, çandî û hunerî de her ku diçe zêdetir dibe, lidarxistina vê mîhrîcanê xwedî girîngiyeke taybet e. Bakir wiha peyivî: “Sînemagerên ku xebatên fîlmên belgeyî dikin di pêvajoyeke ji têkilî û çarçoveyên pîşesazî serbixwetir û demokratîktir de fîlmên xwe çêdikin. Ev yek jî dike ku sînemaya belgeyî bibe meydaneke muxalefetê ya demokratîk a pir girîng. Ji ber vê yekê, belgefîlmên ku di pêvajoya çêkirinê de nikarin bên kontrolkirin, veguherîn tê de bê kirin an jî sansûrkirin, di pêvajoya belavkariyê û mîhrîcanan de rastî pêkutî û sansûrê tên. Belgefîlman bi hincetên cuda nagirin nav bernameyên mîhrîcanan, yên ku digirin nav bernameyên mîhrîcanan jî bi pêkutiyeke piçûk dikarin dîsa ji bernameyan derxin û heta ji bo ku ji ‘serêş’a belgefîlman bi awayekî giştî xelas bibin, beşên mîhrîcanan ên belgefîlman yek bi yek betal dikin.” 


Prensîbên mihrîcanê 

Bakir, da zanîn ku beşên pêşbaziyê yên di mîhrîcana wan de dê ji pênase û nêzikatiyên wek ‘fîlmê herî baş’, ‘beşa neteweyî’, ‘beşa navneteweyî’ û hwd ên netewdewletparêz û qayîşkêşaniyê dikin, dûr bisekinin û got: “Armanca Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ew e ku hemû fîlmên ku nasnameyeke çandî, zayendî, bawerî, olî û etnîk piçûk naxînin, ji xwe dûr naxin; li hemberî nirxên gerdûnî yên bingehîn; mafên mirov, ruwek, ajal û xwezayê rêzdar in, tevlî bernameya mîhrîcanê bike. Mîhrîcana me ya belgefîlman ne meydanek e ku motîvasyona takekesî û qayîşkêşanî bê bipêşxistin û derhêner an jî fîlm bikevin pêşbaziyekê. Armanca me ew e ku em mîhrîcana xwe bikin platformeke wisa ku derhêner bên gel hev, piştgiriyê bidin hev, hevkariyê bikin, hêza xwe bikin yek û belgefîlman biafirînin, ev belgefîlmên ku bên afirandin jî bi awayê herî berbelav bigihînin gel û bi vê yekê jî motîve bibin.”

Di festîvalê de ligel nîşandayîna belgefîlman, panel, gotûbêj, xebatên atolyeyan jî wê bên li dar xistin.

Bakir got, ji niha û pê ve, her sal bi “mijareke bingehîn” festîval wê li dar bikeve û mijara bingehîn a îsal “Berxwedan” e. 


 AMED