Ji bo derhênerên Belgefilma Bakur Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.

Bi bahaneya ‘propagandakirina terorê’ kirine, li derhênerên belgefilma ´Bakur´ Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Parêzer di doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê axivîn. Parêzer Meral Hanbayt têkildarî biryarê axivî û got: “Îro parastinên dawî nehatin girtin. Derbasbûna îstinafê heye, em ê nerazîbûna xwe li wir bikin.”

Hanbayat got: “Li aliyê din di warê Çayan Demîrel de bi awayekî vekirî ji sedî 90 rapora seqetiyê heye. Lê li vî welatî ti wateya hêviyê nemaye. Di qonaxa îstinafê de biryarê zelal bibe wê her du jî biçin girtîgehê. Di vê pêvajoyê de eger hiqûq bê guhertin baş e, dîsa qonaxa darazê bê hê baştir e, lê bi şeklekî din tenê girêdayî biryara ji îstinafê bê ne.”

ANF