Ev çîroka wan dayikan e ku ji bo zarokên xwe êş kişandine û têkoşîna azadiyê kirine. Besta jî şerê azadiya dayikeke li gerîla vedibêje. Ez vê filmê diyarî wan dayikên Kurd dikim yên ku ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane.

NÛDEM TÊKOŞER / JINNEWS/QAMIŞLO

Dîcle Arjîn, di filma bi navê Berfîn a derhêner Ozlem Arzeba de rola karektera jineke têkoşer dike. Ew ji bo filmê dibêje, ”Em çîroka jinên Kurd yên tevî zehmetiyan hemûyan li ber xwe didin, nîşan didin. Zarokên wan jî êdî di rêya wan de diçin. Ev têkoşîn bûye mîrateya dayikan a ji bo zarokên wan. Jin dema li vê filmê temaşe bikin wê teqez ji xwe parçeyekî têde bibînin.”

Dîcle Arjîn beriya çend salekî li Navenda Çanda Ciwanan a Stenbolê dest bi lîstikvaniyê kiribû. Ya ku jiyana wê guhert jî rola yek kesî ya ku karektera rojnamegera Elman Ulrike Meinhof lîstibû. Dîcle ku di filma Berfînê de rola karektera dayikeke berxwedêr dike, diyar kir ku filma ku tevî şertên zehmet wan dîmenên wê girtine, ew diyarî dayikên berxwedêr dike.

Ji bo sînemaya Halîl Dag

Dîcle Arjîn sala 2015´an tevlî ekîba Sîne Çiya bû. Sîne Çiya bi xwe, Halîl Dag damezrîneriya wê kiribû. Dîcle di filma Berfînê de rola karektera dayikeke berxwedêr dike. Derhênera filmê jî Ozlem Arzeba ye. Dîcle li ser lîstikvanî û filma Berfînê ya ku heta niha di mîhrîcanan de rastî elaqeyeke mezin tê, bersiva pirsên me da.

Dîcle di destpêka axaftina xwe de balê dibe ser temaşekirina li filmên Halîl Dag û dibêje, ”Min bi salan li filmên Halîl Dag temaşe kir. Min wêneyên gerîla û filmên gerîla bi saya Halîl Dag cara yekê dîtin. Dema di Sine Çiya de min cihê xwe girt, ji bo sînemaya Halîl Dag hebe min cihê xwe girt.”

Li her cihê filmê jin hene 

Dîcle îşaret bi cih û rola jinan di çêkirina filma Berfînê de dike û dibîje, ji senaryoya filmê heta bi derhêner, serlîstikvan û pirraniya ekîba film çêkir, jin bûne: “Ev di warê dîroka sînemayê de gelekî girîng e. Di pergala desthilat de bi îrade û fikra jinê film nayên çêkirin. Di tevgera azadiyê de jinên Kurd di her asta sînemayê de cihê xwe digirin. Jinên çîrokê, senaryoyê dinivîsin hene. Yên kamerayê bi kar tînin hene. Lê mixabin di nava pergala desthilat de sînema wek karê mêran tê dîtin. Senaryo, lîstikvan û çîroka Berfînê li dora jinan hatiye hûnandin.”

Diyariyek ji dayikên berxwedêr re 

Dîcle dibêje, di filmê de karektera Besta ku dayika Berfînê ye, rola wê ye û wiha dewam dike: “Çîroka dayika ku min rola wê kir, gelek bandor li min kir. Gelo dayikek çima neçar dimîne zaroka xwe bihêle? Di civaka Kurd de gelek çîrokên wisa hene. Senaryoyê ji çîrokên rastîn îlhama xwe girtiye. Ev çîroka wan dayikan e ku ji bo zarokên xwe êş kişandine û têkoşîna azadiyê kirine. Besta jî şerê azadiya dayikeke li gerîla vedibêje. Ez vê filmê diyarî wan dayikên Kurd dikim yên ku ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane.”

Hin aktor û aktirîst şehîd bûne

Dîcle der barê temaşevanên jin de jî dibêje, “Em çîroka jinên Kurd yên tevî hemû zehmetiyan li ber xwe didin, nîşan didin. Zarokên wan jî êdî di rêya wan de diçin. Ev têkoşîn bûye mîrateya dayikan a ji bo zarokên wan. Jin dema li vê filmê temaşe bikin, wê teqez ji xwe parçeyekî tê de bibînin. Di seta filmê de ruhê piştevanî û têkiliyan gelekî xurt bû. Gelekan ji wan, ev cara ewil bû ku lîstikvanî dikirin. Me tecrubeyên xwe bi hev re parve kirin. Pir zû fêr dibûn. Bi pêş diketin. Piştî ku film qediya, veqetîna me jî pir zehmet bû. Hinek kesên di filmê de rol kirin, niha najîn. Ez li hemberî wan jî rêzdar im.”

Jinan kiras û fîstanên xwe dan wan

Dîcle di dawiyê de dide xuyakirin ku dîmenên beşek ji filmê li Mexmûrê hatine girtin û xelkê li kampê jî lîstikvanî kiriye: “Li Mexmûrê jinekê rola dayikên dengbêj di filmê de dikir. Me bi wan re rol ji ber kirin. Bi rastî jî dayikan gelekî xweşik rol dikir. Çîroka Berfînê di heman demê de serpêhatiya xelkê Mexmûrê ye. Me pirsgirêka kostuman jî bi xêra xelkê kampê çareser kir. Jinan dolabên cil û bergên xwe li me vekir. Kîjan fîstan pêwist bikira me ji wan werdigirt. Gelî hêzeke mezin da me.”

 Dîcle di dawiya axaftina xwe de dibêje, Sîne Çiya wê siberojê jî karê xwe wiha dewam bike ku jiyana milet û serbihuriyên wî derêxe pêş.