Fîlmekîmî ya ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) cara 15’emîn bê lidarxistin doh dest pê kir. Bernameyê dê di navbera 7-16’ê Cotmehê de li Stenbolê 10 rojan berdewam bike piştre jî dê li derveyî Stenbolê bi tevahî meha Cotmehê berdewam bike. Di Fîlmekîmî de nêzî 50 fîlm bên pêşandan û 12 fîlmên ku ji bo Xelata Oscarê namzet tên nîşandan jî cih digirin. Fîlmekîmî ku dê di meha Cotmehê bidome li Enqere, Îzmîr, Bursa û cara yekem jî li Eskîşehîrê bi sînemahezan re be. Mîhrîcana ku bi temaha “Fîlmekîmî Rengê Payîzê” hat amadekirin li Stenbolê îsal li Beyogluyê li sînemayên Beyoglu û Atlasê li Kadikoyê jî Sînemaya Rexx û li Nîşantaşi jî City’s Cinemaximumê bên pêşandan.
STENBOL