
Di encama heman efrîneriyê de mîna berhemên seferberiya gelê Rojava fîloya panzêran hatiye amade kirin. Qamyon û wesayitên bar ên ji rêzê bi destê hostayên dilsozê Şoreşê wergeriyane panzêran. Bi taybetî jî neqşkirin û resimkirina wêne û fîgurên balkêş ên li ser panzêran jî hêna di destpêka operasyona bi van panzêran de tirseke mezin di nav komên çete de belav dibe. Mînaka herî dawî jî ya vê yekê operasyona li herêma Hesekê ya li bajarokê Tiwêna bû. Komên çete ku bi berbangê re dîtin ku panzêrên li ser wan fîgurê, ‘Piling’ ên mezin ber bi wan tên di demeke kurt de bi kişestineke mezin re rû bi rû man yên sax filitîn herêm terikandin.
HESEKÊ