Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pêr êvarê, bi lîstika Tartufe bi dawî bû. Bidawîbûna lîstikê re ji şanogeran peyama xwedîderketina li grêvên birçîbûnê da û banga xurtkirina xwedîdekerketina li çalakiyan li xelkê kir.

Mihrîcana 7’emîn a Şanoya Amedê bi dirûşma ”Heqîqet Azad Dike” bi pêşandanên lîstikên cuda re dawî li bernameya xwe anî. Di çarçoveya bernameya mihrîcanê de lîstika ”Tartûfe” a nivîskarê sedsala 16´an Moliere, bi derhêneriya Ruknettin Gun hat nîşandan. Mihrîcan bi lîstîka ‘Tartûfe’ li Hola Şanoyê ya Çandê ya Amedê bi dawî bû. Şanoger di dawiya şanoyê de got, ”Ji bo daxwazeke mirovane 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran girtî di grevê de ne. Em hêvîdar in ku kes bê deng nemîne û mirov li wan xwedî derkevin.”

Mijara şanoyê

Herçî şanoya ”Tartufe” e, behsa kesayeteke sextekar dike ku pirr dîndar û zana dixwiyê, lîstikê de daye jiyîn. Lîstik peyamê dide ku êdî mirov û mezinên civakê di bin navê olê de hemû karên qirêj dikin. Mêrikê bi navê Orgon yê ku gelekî navdar e, oldarî û ilmdariya Tartufe bandorê lê dike. Ew keça xwe bi zorê pê re dide zewicandin, hemû mîrasa xwe li ser navê wê qeyd dike û bi wê re kurê xwe ji mîrasê mehrûm dike. Hemû malî dikevin seferberiya xerabiya Tartufe, dikin û nakin, Orgon bawer nake heta ku bi çavê xwe dibîne. Dema dibîne, tevî ku dereng jî bû, ew dîndarê sexte ceza dike û senetên mîrasa xwe jê digire. Li vir Orgon dibêje, ‘Ev çi dinyayek e ku qet rastî lê nemaye’.”

 

JINNEWS / AMED