Di tûrnûvaya ku nêzî 20 rojan e didome de maça fînalê li Stadyûma Bajarê Wanê di navbera Rêberspor û Azadîspor hate lîstin. Parlementerên BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Semîra Varli, Serokê BDP'ê ya Navçeyê Rafet Taş, hevjîna Şaredarê Wanê Bekîr Kaya Asli Kaya, rêvebirên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî maçê bûn. Lîstîkvanan beriya maçê posterên Bekîr Kaya ku li ser wan "Dest nede vîna min" dinivîsand li stadyûmê gerandin û temaşevanan bi çepikan û dirûşmeya "Serok Bekîr" piştgirî dan lîstîkvanan. Lîstîkvanên Rêberspor bi pankarta "Azadiya te azadiya me ye", Azadîspor jî bi pankarta "Têkoşîna we rûmeta me ye" derket maçê.
Piştî xwepêşandanên ku beriya maçê hate kirin, derbasî maçê bûn. Di encamê de Azadîspor bi 4 û 0 Rêberspor têk bir. Piştî maçê derbasî merasîma kûpayê û axaftinan bûn. Midurê Têkiliyên bi Gel û Weşan û Çapa Şaredariya Wanê Adnan Bîlen peyama ku Bekîr Kaya ji girtîgehê ve şandibû, xwend. Kaya di peyama xwe de got ku ew vê tûrnûvaya ku li ser navê wî tê lidarxistin diyarî hemû girtiyan û gelê Wanê dike û wiha got: "Ez û hevalên xwe îro dixwest li wir, bi we re bin. Her çiqas em li vir bin jî dil û hestên me bi we re ye. Li ser navê hevalên xwe ji bo piştgiriya we spasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Hêvîdarim ev tûrnûva bibe wesîleya azadiya hemû hevalên me. Azadiya we her tim mayînde be."
Kûpaya Rêberspor ku di tûrnûvayê de bû 2'emîn Parlementerê BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer, ya Azadîspor ku bû yekemîn jî Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, hevjîna Bekîr Kaya Asli Kaya û kûrê wî Rojar Kaya da. Merasîm bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û bi dîlanan bi dawî bû.

DÎHA/WAN