Li çiyayê Şengalê cara yekem ji aliyê Saziya Malbatê Şehîdan ve bi rast hatina Cejina Êzî li Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş find hatin vêxistin. Ji endama Saziya Malbatên Şehîdan Serhildan Serkeftin ku cejna Êzîdiyan û şervanên azadiyê pîroz kir got: “Ji xwe ev 3 roje gelê me bi rojiye. Em ji îşev hatine li goristana şehîdên xwe û em cejna wan pîroz bikin me li ser gora her hevalekî find danî vêxist. ji ber bi rast yê li vir herî ked dane û pêşî li fermanê girtin ev Rêhevalên mebûn. Wan hevalan ji bo paristina Şengalê heya dawî berxwedan kir. Ger ne ji wan hevalan bûya, me îro nikarîbû li ser axa xwe jiyan bikin. Yê carek din li Şengalê jiyan afrand û rihê berxwedanê pêşxist ew rêhevalên mebû. Heya em saxbin em kada wan ji bîr nakin em dayîndarê wane, emê li ser rêça wan bimeşin.” 


ŞENGAL