MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM
Fînlandiyayê Adarê da bû zanîn ku ew ê vegera kesên di nava DAIŞ’ê de şer kirine, qebûl neke, niha jî eşkere kir ku ew ê jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa El-Hol jî wernegire.
Rewş û paşeroja kesên çûn Iraqê û Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ‘ê bûn û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin girtin, rojeva sereke ya Fînlandiyayê ye.
Serokwezîrê hikûmeta koalîsyonê, Antti Rinne û Wezîra Edaletê Anna-Maja Henriksson piştî hilbijartinên 14’ê Nîsanê bersiv dan pirsên partiyên mixalefetê yên der barê mijarê de. Wan diyar kir ku ji bo anîna hevser û zarokên çeteyên DAIŞ’ê ji bo Fînlandiyayê ew ê nebin alîkar.
Serokê Koma Parlamenê ya Fînên Rasteqîn, Ville Taivo ku partiyeke populîst û dijberê biyaniyan e, anî ziman ku hevserên çeteyên DAIŞ’ê gef in li dijî ewlekariya Fînlandiyayê.
Hikûmet di navbera Xelîl û Celîl de ye
Serokwezîr Antti Rinne der barê helwêsta hikûmetê de got, pirsgirêk gelekî tevlîhev e, hikûmet hewl dide li gorî nirxên exlaqî yê gel çareseriyekê peyde bike, lê di heman demê de ji aliyê ewlekariyê ve jî mijarê dinirxîne.
Rinne anî ziman ku konsolos wê alîkariyê nede van kesên li Sûriyeyê.
Wezîra Edaletê Anna-Maja Henriksson jî got, “Eger ew kes bi derfetên xwe bên vê derê, em ê dest bi lêpirsînê bikin, saziyên parastina zarokan jî bêguman wê tedbîran wergirin.”
Daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîra Edaletê bûn sedema nerazîbûnan. Profesora Zanîngeha Åbo, Johanna Niemi li Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî giliyê hikûmeta Fînlandiyayê kir. Niemi diyar kir ku tevî zarokan divê jin jî bên Fînlandiyayê, heger jin nexwazin, hingî divê zarokên wan bên anîn. Li gorî agahiyan li Kampa El-Holê 11 jin û 33 zarokên Fînlandiyayî hene.