RIZGAR AMED
ANF/BEHDÎNAN
Dilêr Amed: Dixwest bibêje, 'Kes nikare ji vir bireve'. Ev baweriya zêde ya bi xwe ya dijmin ji bo me dibû avantajek. Ji ber ku baweriyeke zêde û pûç bû. Haya me ji vê hebû.Dilêr Amed şervenekî Kurdistanê ye. Wekî her ciwanê Kurd li hemberî zor û zilma dagirkerên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye. Dilêr bi çîroka xwe ya tevlîbûnê ji gerilayên dîtir cihê ye. Wî ji zindana dewleta Tirk firar kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dilêr Amed ji me re qala firara xwe kir firara ku dewleta Tirk pê mat mabû. Dilêr Amed sala 2016'an tevî şeş hevalên xwe ji Zindana Amedê firar kiribû.
Beriya ku bikeve zindanê jî şervan bû
Dilêr Amed berî bikeve zindanê jî şervanê HPG´ê bû. Sala 2012'an li Amedê di şer de bi birîndarî dikeve destê dewleta Tirk. Destpêkê wî dixin zindana Çewligê û Dilêr Amed ji me re wiha behsa wan rojan dike: "Ez demeke kin li girtîgeha Çewlîgê mam. Hevalên li wir tunel dikolan. Wextekê tevlî wî karî bûm, lê piştre ez sirgûnî zindana Amedê kirim. Bêguman li Zindana Amedê me nekarî bi rehetî tevbigerin. Dewletê di çarçoveya polîtîkayên xwe de em sirgûnî cihê ku dixwest dikir. Timî ev yek nîşan dida û dixwest bibêje, 'Hûn di bin kontrola min de ne, hûn di destê min de ne'."
Serpêhatiya firara Dilêr
Dilêr Amed wiha qala firara ji girtîgeha Amedê kir: "Li zindana Amedê me li gorî şert û mercên heyî yên fîzîkî planek amade kir. Me hewl da fêhm bikin, nas bikin. Bêguman zindana Amedê li gorî zindanên din hinekî cuda ye. Ji aliyê manewî ve ji bo me girîng bû. Ji ber ku keleha berxwedanê ya Kemalan, Xeyrî û Mazlûman bû. Ji bo me gelekî girîng bû ku em li vê derê derbê li dijmin bixin.
Ji bo dijmin jî zindana Amedê girîng bû. Ji ber ku polîtîkayên giştî yên zindanê li wir dihatin diyarkirin. Yanî sekn û nêzîkatiya dijmin a li zindana Amedê sekn û nêzîkatiya giştî ya li hemû girtiyan bû. Polîtîka û zextên herî giran li wir dikirin. Ji ber ku Amed paytexta Kurdistanê ye. Taybetmendiyeke din a zindana Amedê ku ji zindanên din cuda ye, aliyê wê yê ewlekariyê ye. Ji ber ku zindana Amedê zindaneke bi ewlekariya bilind dihat parastin. Û dijmin bi vê yekê gelekî pesnê xwe dida.
Pesnê xwe bi ewlekariya xwe didan
Dixwest bibêje, 'Kes nikare ji vir bireve'. Ev baweriya zêde ya bi xwe ya dijmin ji bo me dibû avantajek. Ji ber ku baweriyeke zêde û pûç bû. Haya me ji vê hebû. Me plana xwe amade kir û me yê di çarçoveya planê de firar bikira. Plana me ji bo demeke dirêj bû. Nêzî 6 mehan dewam kir. Di nava 6 mehan de me ji aliyekî ve spor dikir, li aliyê din jî ji aliyê fikir ve xwe amade dikir. Me timî nîqaş dikir, bê astengiyên derkevin pêşiya xwe em çawa ji holê rakin.
Plana me ji bo 6 hevalan bû. Her 6 heval jî gerîla bûn û li herêmên cuda hatibûn girtin. Destpêkê em timî bi hev dişêwirîn, me bawerî dida hev ku em dikarin vê yekê bi ser bixînin û bi vî rengî em ketin nava liv û tevgerê. Me tedbîrên 'ewlekariyê' yên dijmin, birc, hejmara kamerayan, têlên alarmê, kamerayên termal hesab kirin. Me nîqaş kir bê astengiyan çawa ji holê rakin û alternatîfa her tiştî afirand. Di encama hewldaneke berfireh a 6 mehan, şeva 6'ê Adarê em ji Zindana Amedê reviyan."
Dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê
Dilêr Amed dibêje ku piştî firarê wan xwe gihand çiyê, li gel hevalên li Amedê û got, "Em gelekî kêfxweş bûn ku me xwe gihand cem hevalan. Piştî demeke kin me xwe gihand cem Şehîd Azad Sîser û hevalên pê re. Wextekê em bi hev re man."
Hevdîtina piştî çend salan
Amed diyar dike ku ji ber ku ew berê jî gerîla bûn, hin hevalên wan Eyaleta Amedê, hinekan jî Eyaleta Erzîromê nas dikir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me xwest lê bimînin, lê belê hevalan xwest em derbasî vê qadê bibin. Û bi vî rengî em hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê."