Tevî rizgarkirina bajarokê Deşîşe qada ku di vê pêngavê de hatiye rizgarkirin gihişt 600 km2. Di wê pêngavê de serketineke mezin hat bidestxistin û zêdetirî 274 çete hatin kuştin, bi dehan tunel û baragehên çeteyan hatin rûxandin.

MERVAN QAMIŞLO

Li kêleka Çemê Firatê gelek bajarên mezin ku mîna dergûşa şaristaniya mirovahiyê têne naskirin, hene. Li vir çirûska yekê ya avakirina civak û şaristaniyan vêketiye. 8 hezar sal bûne şahidê wê yekê ku Geliyê Firatê karîbû pêşketina mirovahiyê li ser erdê bide afirandin.

Dêra Zorê yek ji mezintirîn bajarên rojhilatê Sûriyeyê ye û yek ji kevintirîn bajarên herêma Firatê ye. Bermahî û şûnwarên dîrokî yên li herêmê jî vê yekê nîşan didin.

Dêra Zorê jî di destpêka sala 2011’an de derbasî qonaxa “Şoreşa Sûriyeyê” bû û ji bo guhertinê dengê xwe bilind kir. Lê Dêra Zorê jî weke cîranên xwe ji nişka ve veguherî qada şerekî xwîndar. Wê demê rê li pêşiya komên tororîst hat vekirin û bajar di nava devê wan de bû weke pariyekî biçûk. Xelkê Dêra Zorê li aliyekî bi şerê li dijî rêjîma Sûriyê, mijûl bibûn, li aliyê din DAIŞ kete bajêr. Wê çaxê tarîtiyê dest pê kir, hikmê şûran serwer bû û xwîn gihişt çongê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê li pêşberî komên terorîst lehengiyên mezin nîşan dan. Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbên giran li DAIŞ‘ê dan û veguherî hêzeke xurt ku dikarî bajar û gundên Sûriyeyê ji zordariya DAIŞ‘ê rizgar bike. Bi vê lehengiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn hêza yekem ku li ser xaka Sûriyeyê şerê terorîstan dike.

Bi sedan çete hatin kuştin

Bajarê Reqa ku DAIŞ ji bo xwe weke peytext bi kar dianî, di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû dorpêçkirin. Di wê demê de xelkê Dêra Zorê bang li QSD’ê kirin ku wan ji zor û zilma DAIŞ‘ê xelas bikin. Ji ber wê yekê QSD’ê di 19’ê Îlona 2017’an de pêngaveke din jî dest pê kir. Ango, di heman demê de du pêngavên eskerî li dar bûn da ku rojhilatê Çemê Firatê û Cizîra Sûriyê bi temamî werin rizgarkirin.

Deriyê tevlîbûnê li pêşberî ciwanên Firatê vekirî bû ku beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên xwe bibin. Bi hezaran kes beşdarî nava refên QSD’ê bûn û berê xwe dan şerê li dijî terorê. Şerî li gundewarê başûrê bajarê Hesekê dest pê kir û bi çar eniyan ber bi gundewarê Dêra Zorê ve çû (Mergede û El-Cezrat, El-Sûr û Herêma Pîşesazî).

Bi vê yekê, QSD’ê hem li Reqa, hem li Hesekê û hem jî li Dêra Zorê bi awayekî hevdem şerê terorê dikir. Piştî şerekî dijwar, 28’ê Îlonê bajarokê El-Sûr hat rizgarkirin. Piştre bi mehekê eniya Ebû Xeşeb û El-Cezrat li cihê Şirketa Şekir, gihiştin hev. Heta wê derê nêzî 3468 km2 hatin rizgarkirin. Şirketa Şekir, Zeviyê Konîko, Zeviyên El-Ezba û El-Çefra û Kargeha Pembû jî di nav vê herêmê de hebûn. Di wan şeran de 156 çete hatin kuştin, cenazeyên 27’an ji wan ketin destê şervanên QSD’ê. Çeteyan carekê hewl da êrişî herêmên rizgarkirî bikin, wê demê di çalakiya QSD’ê de 70 çete hatin kuştin û 10 tirimpêlên bombebarkirî hatin rûxandin. Her wiha tibabek çek û cebilxane jî hat desteserkirin.

50 hezar kes rizgar bûn

Di wê operasyonê de zêdetirî 50 hezar hemwelatiyên sivîl hatin rizgarkirin. Kesên ji ber DAIŞ‘ê reviyan, li wargehan hatin bicihkirin.

Piştî ku eniyên Mergede û El-Sûr gihiştin hev û bi qasî 45 kîlometreyan bi pêş ve çûn, hêzên QSD berê xwe dan herêma rojhilat a li ser sînorê Iraqê.

Li wir hejmarek zeviyên petrolê hene. DAIŞ‘ê ew zevî ji bo fînasekirina terora xwe bi kar dianîn. 22’ê Cotmeha 2017’an QSD´ê Zeviyê Petrolê yê El-Umer û bajarokê li kêleka wê rizgar kir. Zeviyê El-Umer mezintirîn zeviyê petrolê yê Sûriyê ye.

Bajarokê Mergede yek ji xalên setratejîk û armanceke sereke ya pêngava Bagera Cizîrê bû. Piştî şerekî giran li çend taxên bajarokê Mergede, 9’ê Mijdara 2017’an bajarok hat rizgarkirin. Bi vê re, firehiya warê rizgrkirî nêzî 5000 km2 bûye. Piştî wê, 12’ê Mijdarê, Zeviyê El-Tenik ê Petrolê û bajarokê El-Bisêra hatin rizgarkirin. Paşê hêzên Bagera Cizîrê di 25’ê Mijdara 2017’an de xwe gihandin sînorê Iraqê.

Stratejiya eskerî ya QSD´ê û dilgiraniya rejîmê

Ev stratejiya eskerî ya QSD’ê bû. Destpêkê herêm dabeşî du aliyan kir. Piştre rêya alîkariyê ya DAIŞ‘ê qut kir.

Bajarokê Siwêdan yek ji kelehên çeteyên DAIŞ’ê bû. Siwêdan xwedî cihekî xaknîgarî yê girîng e. Ji ber wê yekê şer zêdetirî 2 hefteyan li wir dewam kir û bajarok 12’ê Kanûna 2017’an hat rizgarkirin. Di şerê li bajarok de 273 çete hatin kuştin. Rizgarkirina Siwêda bêhtir moralê şervanên QSD´ê bilind kir da ku bêhtir bi pêş ve biçin.

Serketinên QSD´ê, her wiha binketinên DAIŞ’ê ku nema têne hejmartin, nîşaneya herî mezin a yekgirtina pêkhateyên rojhilatê Firatê ye. Wan pêkhateyan bi vê hevgirtina xwe hêzeke ku bi salan li bendê bûn, ava kirin. Lê ev serketin ji bo rêjîma Sûriyeyê cihê dilgiraniyê bûn. Di encamê de rêjîma Sûriyeyê bi çeteyên DAIŞ’ê re li hev kir û 16’ê Îlona 2017’an de bi alîkariya hêzên asîmanî yên Rûsyayê êrişî xalên QSD’ê yên li Herêma Pîşesazî kir. Di encamê de 6 şervanên QSD’ê birîndar bûn. Balafirên Rûsyayê, 23’yê Îlonê jî baragehên li Zeviyê Konîko bombebaran kirin. Wê demê QSD’ê bi çekên giran bersiveke tund da baragehên Rûsya û rêjîmê. Piştî çend hevdîtinan li gel Fermandariya QSD´ê di 3’yê Kanûnê de lihevkirinek çêbû. Naveroka wê lihevkirinê ew bû ku giraniyê bidin şerê li dijî terorê.

Sînorê Sûriye-Iraqê ji bo tevgera DAIŞ‘ê û çalakiyên wê yên terorîst di navbera herdu welatan de bûbû stargehek. Ji ber vê çendê, diviyabû gaveke din were avêtin. 10’ê Kanûnê, Odeya Çalakiyên Hevbeş di navbera QSD û Artêşa Iraqê de hat avakirin.

   

Tirkiye hat bi hewara DAIŞ´ê ve

DAIŞ piştî ku derbên giran ji QSD’ê xwarin, ji bo nefes standinê, pêwîstiya wê bi hin aliyan hebû “Bi taybet aliyên ku ew ava kirine“, ji bo ku wê ji wê rewşê xelas bikin. Wê demê Dewleta Tirk, piştgirî dayê û di 20’ê Çileyê 2018’an de êrişeke dijwar bir ser kantona Efrînê ku di nava aramî û ewlehiyê de bû. Kantona Efrînê zêdetirî milyonek kes ji koçberên Sûriyê yên ji ber şer reviyabûn, hembêz kir.

Rûsya rê li ber Tirkiyê vekir ku êriş bike. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê destvala nesekinîn, lê belê berxwedaneke bê hempa ya dîrokî meşandin û li pêşberî duyem xurtirîn hêza NATO’yê sekinîn. Ev li ber çavê tevahiya cihanê çêbû û civaka navneteweyî bê deng ma.

QSD´ê operasyonên xwe yên li Dêra Zorê sekinandin û piştgirî da hevalên xwe yên li Efrînê. Ji bo şerê li dijî Artêşa Tirk hêzek hat şandin û qehremaniyeke mezin hat nîşandan.

Êrişa Dewleta Tirk a li ser Efrînê hişt ku DAIŞ careke din xwe komî ser hev bike û ji nû ve yekrêziya xwe ava bike. Di encamê de DAIŞ’ê êriş bir ser çend herêmên rizgarkirî yên li Dêra Zorê. Vê rewşê QSD´ê neçar hişt ku careke din pêngava xwe dewam bike û rê li ber DAIŞ’ê bigire. Careke din şer bi hemû hêza xwe dest pê kir heta ku QSD’ê dest danî ser gundê Baxozê yê dikeve ser Çemê Firatê. Plana Tirkiyeyê ew bû ku careke din ruh bide DAIŞ’ê û QSD´ê lawaz bike. Lê QSD’ê bersvi da wan planan û ew hemû şikandin.

Qonaxa nû ya tinekirina DAIŞ´ê

Bi wan geşedanan re, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê li gundewarê başûrê Hesekê hetanî bajarokê Deşîşe yê li ser sînorê Iraqê dewam bikin. Ew bajarok xwedî dîrokeke kevnar e. Li vî bajarokî keçên Êzîdî li kolanan dihatin firotin.

Pêngava rizgarkirina bajarok, 3’yê Hezîrana 2018’an ji eniyên Hol û Şedadê dest pê kir. Piştî nêzî 20 rojan zêdetirî 50 gundî hatin rizgarkirin û bi hezaran kesên sivîl ji destê DAIŞ‘ê hatin xelaskirin. Tevî rizgarkirina bajarokê Deşîşe qada ku di vê pêngavê de hatiye rizgarkirin gihişt 600 km2. Di wê pêngavê de serketineke mezin hat bidestxistin û zêdetirî 274 çete hatin kuştin, bi dehan tunel û baragehên çeteyan hatin rûxandin. Deşîşe barageha dawî ya DAIŞ´ê li bejahiyê bû, her wiha xaleke girêdanê di navbera Sûriyê û Iraqê de bû. Wê demê çeteyên DAIŞ‘ê tenê di nava bejahiyê de man. Hêzên QSD’ê berê xwe dan bejahiyê jî û di nava bejahiyê de dawî li çeteyan anîn.

Bajarokê Hecîn ku dikeve ser Çemê Firatê di roja îroyîn de, wargeha sereke ya çeteyên DAIŞ‘ê ye. Hecîn li Cizîra Sûriyeyê barageha dawî ya di destê DAIŞ‘ê de ye. Niha ev bajarok bi temamî ji aliyê QSD´ê ve hatiye dorpêçkirin. Xelkê bajarokê Hecîn dixwazin derkevin û xwe bigihînin deverên di kontrola QSD’ê de.

Cizîra Sûriyeyê bi salan di nava terora DAIŞ’ê de zordarî dît. Hemû cureyên êşkence, xerabî û wêraniyê hat serê xelkê vê herêmê. Lê belê yekîtiya beşê civakê û pêkhateyên wê hêzeke navxweyî ava kir û berxwedaneke dîrokî nivîsand. Helbet ji bo pêkanîna armancên şoreşê gelek berdêlên giran hatin pêşkêşkirin da ku bigihîjin avakirina Netewa Demokratîk.

Herî dawî jî herêma rojhilatê Dêra Zorê bû. Li vir Hêzên Sûriyeya Demokratîk soza ku li pêşiya gelê xwe dabû, pêk anî. Gelên herêmê jî ji qonaxa trajedî û zordariyê xelas bûn û derbasî qonaxa rizgarî û azadiyê bûn.