-
[caption id="attachment_254867" align="alignnone" width="1016"]
Ben Quilty yek ji mezintir şêwekarên Awusturalyayê tê qebûlkirin.[/caption]
Hunermendên Awusturalyayî yên herî li pêş, hikûmeta xwe rûreş kirin ji ber ku wê malzemeyên çêkirina resman ên hunermendê Kurd ê penaber Ferhad Bendeş (Farhad Bandash) desteser kirin. Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Ferhad Bendeş ev heft sal in li navendên girtina penaberan tê ragirtin. Ew berê li giraveke ser bi Papua Gîneya Nû a bi navê Manus dihat girtin. Piştre demekê li hoteleke li Melbourne hat girtin û niha jî ew li navenda girtina penaberan a Melbournê tê ragirtin.
Ferhad Bendeş bi çalakgeriya xwe ya ji bo mafê penaberan beriya niha li Awusturalyayê bûbû rojeva dema krîza koronayê û ji ber wê ji otela lê ragirtî ew biribûn navenda girtina penaberan.
Niha komeke hunermendên herî li pêş ku hemûyan jî weke Hunermendên Şerî yên Fermî yên Awusturalyayî xebitîne, nameyek ji hikûmeta Awusturalyayê re şandin. Di nameyê de hunermendan desteserkirina malzemeyên hunerî yên Ferhad Bendeş şermezar kir û ji hikûmetê xwest malzemeyên wî lê vegerînin.
Piştî ku Ferhad Bendeş beriya çendekê ji bo dermankirinê ji girava Manus birin Melbournê, beriya bi 2 mehan bêyî sdemek bê gotin, ew birin, Navenda Girtina Transît a Koçberiyê ya Melborubê (MITA). Hingê bi yorê û bê sedem malzemeyên wî jê standin ku pê resm xêz dikirin.
Cihê şermê ye
Ji hunermendên ku name mohrkirî, Ben Quilty dibêje, "Bi rastî jî bi temamî nemirovker e ku mirov malzemeyên huner ên kesekî jê bistîne. Gava hûn vê bînin serê min, dibe ku hûn bi bi guleyan bikujin jî."
Di dewamê de wî got, "Sîstemeke ku malzemeyên hunerî ji penaberan bistîne, ji tirsnakiyê û wê de ye êdî, ya rastî ez ji pasaporta xwe ya Awusturalyayî şerm dikim. Ferhad ti tişta şaş nekiriye. Ew ne sûcdarek e. Ew penaberek e."
Ben Quilty yek ji mezintir şêwekarên Awusturalyayê tê qebûlkirin û Archibald Prize jî di navê de gelek xelat wergirtine.
Ben Quilt û hunermendên din ên name îmzekirî, wekî din bi bîr dixin ku bi darê zorê derxistina Ferhad Bendeş ji otelê û li MITA bicihkirina wî jî, hema piştî wê yekê qewimiye ku wî di çapemeniyê de meseleya ewlekariya penaberan kiriye mijar. Komê piştgiriya xwe bi penaberên li nava Awusturalyayê û ew ên ku li giravên derveyî Awusturalyayê ragirtî re eşkere kir. Ben Quilt ji bo vê got, "Awayê ku pê bi rengekî çalak insanan ji kirasê mirovbûnê derdixin û mirovbûna insanan xira dikin, cihê şermê ye."
[caption id="attachment_254868" align="alignnone" width="879"]

Ferhad Bendeş ji Rojhilata Kurdistanê ye û niha li Awustralyayê penaber e[/caption]
Ji bo dîn nebim huner lazim e
Ferhad Bendeş di dema ragirtina xwe ya li girava Manusê û her wiha niha li Melbournê, hem ji bo şêwekariya xwe bi pêş bixe û hem jî ji bo muzîkê bike, xebitî. Wêneyên wî xêzkirî û stranên wî hem terîfeke jiyana ragirtîbûnê û hem jî ya dinyaya li derve ne.
Ferhad Bendeş jî ji navenda ragirtina penaberan peyivî û got, gava ku malzemeyên wî jê standine, rayedarên MITA´yê ti sedem nîşan nedaye. Di dewamê de wî got, "Huner ji bo min bi rastî muhim e. Halê hazir ez di hepsê de me. Huner, resmên ez xêz dikim alîkariyê bi min re dikin, da ku ez dîn nebim. Gava ez tiştekî diafirînim, ez wisa dihizirim ku ez ne mirovekî jibîrbûyî me."
Dengê azad ne tehlûke ye
Dayreya Karên Hundir a ji MITA berpirsiyar bi xwe nexwest ti şiroveyê bike li ser desteserkirina malzemeyên hunerî. Berdevkekî jî got, ji bo girtiyan, hin malzemeyên hunerî li odeya çakalkiyan hene.
13 hunermendan nameya ku hikûmet ji ber desteserkirina malzemeyên Ferhad Bendeş îmzekirî, rûreş dikir hemû di bername Hunermendê Şerî yên Fermî de cih girtiye ku pê hikûmetê xwestiye hêzên Awusturalyayê di wezîfeyên eskerî yên aştiyê de belge bike. Di nameyê de ew dibêjin, "Em bêdengkirina hunermendekî rûreş dikin… Firçeyek dikare ji bo hepsiyekî bibe xeta jiyanê. Ji bo çi mirov malzemeyên hunerî asteng bike? Ew ne neqanûnî û ne jî neewle ne. Tehlûke ne jêhatîbûna huner e di liberrabûna neheqiyê de, ne hêza dengekî azad e di sîstemeke ne azad de."
MELBOURNE