Dilê wê yê biçûk tijî heskirin û jiyan bû. Gotinek heye dibêje, “Sazkirina pirtûkxaneyê, bi qasî çêkirina îbadetxaneyekê pîroz e”. Lewma, min ew weke pirtûkxaneyeke zindî pênase kir.

Aysel AVESTA

Jinan di dirêjiya dîrokê de ti carî li dijî zilm û zorê serî netewandiye û bi wêrekî li ber xwe daye. Li her qadên jiyanê çendî berdêl giran bin jî, berxwedan û têkoşîna xwe ya mafdar bê dudilî meşandine. Jina navdar, rewşenbîr, nivîskar û mamoste Firîda Hecî Cewarî jî yek ji şopdarên vê mîrasa dîrokî ye. Firîda jinek e ku bi keda xwe di nava civakê de xwedî cîheke taybet e. Firîda Hecî Cewarî di sala 1934´an de li paytexta Ermenîstan Erîvanê ji dayik bûye. Li zanîngeha Moskovê bêşa pedagojiyê qedandiye.

Jîr û zana bû

Firîda bi qasî 50 salan mamostetî kiriye û bi sedan şagirt fêrî ilm û zanistê kirine. Firîda ji ber gelek xebatên xwe yên pîroz jî xelat wergirtine û navê xwe li bin gelek serketinên mezin daniye. Ew mamosteyeke wisa jîr û zana bûye ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind hatine xelatkirin. Bi navê xwe yê din ê pê naskirê, Firîda Heciyê Cindî li gel mamostetiyê ya li Erîvanê 30 salan Serokatiya Beşa Fizîk-Matematîkê jî kiriye.

Mamosteya Zanistên Xwezayî Firîda di 60-70 saliya xwe de fêrî alfabeya latînî ya Kurdî û klavyayê dibe da ku berhêmên bavê xwe Heciyê Cindî û hevjînê xwe Fêrîkê Usiv tomar bike û bide çapkirin. Firîda tevlî temen û nexweşiya xwe ya giran jî 20 pirtûkan bi zimanê Kurdî amade dike û digihîne ber destê xwendevanan.

Min ew dereng nas kir

Kê dizanî an jî hizir dikir ku ev nivîs li şûna ku wê binivîsanda, bibe nivîsa bîranîna min a hevîdîtina bi wê re. Me dixwest em ji pênûsa wê, wê û wan berhemên wê yên pîroz, bi we bidin nasîn. Lê dinyayê ya xwe kir, û ev nivîs nekir para wê.

Cotmeha sala 2013´an ez bûm mevanê Firîda Hecî Cewerî û min li gel wê hevpeyvîneke taybet kir. Carinan di demên wiha de mirov difikire, gelo dîtina kesên wiha hêja şens e yan jî bê şensî ye. Li aliyekî, ez kêfxweş bûm ku min jineke ewçend bîrewer, jîr û zana nas kir. Lê li aliyê din jî ez xemgîn bûm ku min ew dereng dît û nas kir. Firîda Hecî Cewerî, jineke bîra wê gelek kûr, têgihîştî û zana bû. Mirov di nûra çavê wê de, bêrîkirinên kûr, hesret û êvîn didît. Welatperwer, dilsoz, evîndara bawerî, çand û dîroka xwe bû. Jineke dilnizm û rûliken bû. Mirov ji sohbet û dîtina wê têr nedibû.

Xeyalên wê nîvco man

Dilê wê yê biçûk tijî heskirin û jiyan bû. Gotinek heye dibêje, “Sazkirina pirtûkxaneyê, bi qasî çêkirina îbadetxaneyekê pîroz e”. Lewma, min ew weke pirtûkxaneyeke zindî pênase kir. Ez li mala wê geriyam, min berhem û xelatên wê yên ku di dem û dîrokên cuda de wê wergirtibûn, mêze kir. Ji min re qala xeyalên xwe kir û got, "Ez gelek ditirsim ku ez negihim meqsed û miradê xwe. Bavê min û hevjînê min barekî gelekî giran dan ser milê min. Min weke erk û berpirsiyariya xwe dît ku xebatên wan yên nîvcomayî, bibim serî." Bi rastî jî temenê wê têra hedef û armancên wê nekir. Ji ber ku wê dixwest, ezmûnên xwe yên bi salan bike malê dîrokê da ku nivşê nû jê sûdê wergire. Ji min re qala pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînên min” kir. Di vê pirtûka xwe de li ser jiyana xwe ya kin ku bi hevjînê xwe Fêrîkê Ûsiv re derbas kiriye, nivîsiye. Cihê xwendin û nivîsê di jiyana wê de taybet bû. Lê mixabin me nekarî li gorî dilê xwe ji wan ezmûnên wê yên giranbiha sûdê wergirin. Wê gelek derdê xerîbiyê kişandibû. Wê êşa koçberî, kuştin, talan, feqîrî, û bênasnametiyê gelekî ji dil hîs dikir. Lewma arşîv berhev dikir, lêdikola û dinîvîsî.

Bira dilê te şa be

Di jiyana xwe ya 84 salan de her çendî mîraseke dewlemend li dû xwe hêlabe jî ewçend jî walahiyek li dû xwe ji me re hişt. Ji ber ku her yek ji wan rûpelek in ji dîroka jinê ya ku nû tê nivîsandin.

Dema ku min bihîst mamoste û nivîskara hêja Firîda Heciyê Cindî ji nava me koç kiriye, kiras guheriye, ez gelekî xemgîn bûm. Her wendahiyeke mîna vê jina bi qedr û qîmet rûpeleke dîrokê vala dihêle. Bi valahiya kesayetên wiha davdar, em vê yekê baştir hîs dikin. Lê bira dilê te şa be mamoste, te li dû xwe miraseke mezin ji me re hişt. Bi hazaran şagirtên ku ji te fêrî ilm û zanistê bûne, wê xeyalên te yên  nîvcomayî, bibin serî. Aram û bê xem razê.

Portreyeke Firîda Hecî Cewarî

   

Rewşenbîr û nivîskara Kurd a ji Ermenistanê, Firîda Hecî Cewarî keça Heciyê Cindî û xanima helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv bû. Wê bi qasî 50 salan mamostetî kir. Firîda Heciyê Cindî sala 1934´an li paytexta Ermenistanê ji dayik bûbû. Wê li Moskovê beşa pedagojiyê serketî qedandiye.

Firîda xelatên weke "Hurmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê" (1962), madelyaya "Ji bo karê Efatiyê" bi boneya 100 saliya Lenîn (1970), nîşana "Serketiya Pêşvana Sosyalîstiyê" (1975) û navê "Mamoste-Metodîst" wergirtiye (1979).

Firîda Heciyê Cindî sê caran weke Endama Şêwra Navçeya Şahûmyanê ya ser bi Erîvanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984).

Firîda Hecî Cewarî tevî bavê xwe Heciyê Cindî beşdarî xebata "Elîfba" û "Zimanê Kurdî" bûye. Firîda herwiha gelek kitêbên helbestkarê navdar hevjînê xwe Fêrîkê Ûsiv û bavê xwe Heciyê Cindî ji nû ve amade kirin û dane çapkirin.

Firîda Hecî Cewarî ya ku di 70´ê saliya xwe de hînî kompûterê bû, ev berhemên li jêr ên bavê xwe û mêrê xwe dane weşanê:

1. Hecîyê Cindî, Jiyan û kar.

2. Ûsiv û Zelîxe, pêşgotin û bernivîsara 10 çilda (varyanta) yên Hecîyê Cindî.

3. Fêrîkê Ûsiv- “Hisret”, berevoka helbestan.

4. Hecîyê Cindî, “Hikyatêd cimeta kurda”, kitêba 6´a, (80 hikyat).

5. “Dimdim”, pêşgotin û bernivîsara15 varyantên Hecîyê Cindî berhevkirî.

6. Fêrîkê Ûsiv - “Destan”,  13 destanê tê de bicihkirî ne.