Komîteya Zimhêrê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêdiviya şêniyên Helebê ya nan firina El-Selam ji nû ve vekir.

Berî ku şer li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dijwar bibe 24 firin li wan taxan dixebitîn. Şerê dijwar ên li her du taxan kir ku ji 24 firinan tenê yek firin bimîne. Şêniyên her du taxan êdî şûna 24 firinan li ser tenê yek firine debare xwe dikirin.

Piştî ku şervanên YPG`ê taxa Eşrefiyê û Benî Zêd rizgar kirin êdî şêniyên wan taxan vegeriyan warê xwe. Bi vegera gel re pêdiviya şêniyan ya nan zêdetir bû û Komîteya Zimhêrê firina El-Selam ku ev bûye 4 sal nexebitiye temîr kirin, alavên wê yên wendabibûn temam kirin û niha firin dixebitê.

Xebatkarên firina El-Selam 8 kes in û ji saet 21:00 şevê heyanî 6:00 sibehê dixebitin.1 ton erd dipijin û hezar û 200 rebteyên nan derdixin. Her rebteyeke nan jî 12 nane û bi 100 lîreyê Sûriyê tê firotin.

Berpirsê firina El-Selam Ednan Ebdo diyar kir ku wan di mehekê de firin temîr kirin û ji nûve vekirin.

Rêveberiya Komîteya Zimhêrê yê taxa Şêxmeqsûd Zahir Weqas jî got ku ji bo pêdiviya şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya nan pêkbîne wan firin vekiriye.


SOZDAR WEQAS/ANHA/HELEB