Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî da xuyakirin ku Kurdan ji bo diyarkirina statuya xwe derfeteke dîrokî bi dest xistiye û divê ev ji sedî sed bê nirxandin. Pencewînî got, Kobanê, Girê Spî û hemû destketiyên Rojava, di nava siyaseta herêmê û cîhanê ya Kurd de rê li ber rewşeke nû vekiriye û divê Kurd bi yekîtiyê statuya xwe bi dest bixin.

Pencewînî da zanîn ku serketina Kurdan a li Kobanê, pirsgirêka Kurd derxistiye qonaxeke nû û got, “Bi taybetî pirsgirêka Kurd a li Bakur û Rojava, derket asteke navneteweyî. Ket rojeva Ewrûpa, DYA û siyaseta cîhanê. Wê nîşan da ku Kurd, bi taybetî jî PKK û hêzên çekdar ên Rojavayî bi rêbazên demokratîk maf û azadiya Kurdan diparêzin.”


‘Siyaseta PYD’ê bi aqilane bû’

Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencewînî der barê gihandina hev a kantonan û girîngiya vê yekê ji bo Kurdan got: “Siyaseta PYD’ê ya li Rojava gelekî bi aqilane bû. Serketinên gelekî mezin bi dest xistin. Li aliyekî gel ji êrîşan parast, li aliyê din jî bi şerê xwe nîşanî tevahiya cîhanê da ku bi rastî jî hêzeke parastina gel e. Gihîştina hev a her sê kantonan, derketina vîneke hevpar wê rê li ber bûyerên gelekî cidî yên siyasî veke. Eger kanton bigihêjin hev û sîstem were pêşvebirin, ev yek wê bandorê li sîstema herêmê, li tevahiya gelan bike. Her wiha ji bo Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê jî wê hêzeke gelekî girîng a parastinê derkeve holê.”


Banga destekkirina Rojava

ji bo desteka parçeyên din ên Kurdistanê ji bo Rojava jî  Pencewînî got, “Ev yek a herî xwezayî ye û divê were kirin. Ji bo hemû Kurdan berpirsyariyeke dîrokî ye. Çawa ku dema DAIŞ’ê êrîşî Başûr kir, Bakurê Kurdistanê destek da parastina başûr û gerîlayan li Mexmûr, Kerkûkê şehîd dan, divê destek û parastina Rojava ji aliyê hemû hêzên leşkerî û siyasî yên li parçeyên din weke wezîfeyeke însanî û neteweyî bê dîtin. Ji bo gihîştina hev a kantonan, xurtbûna hêza parastinê, divê destekê bidin. Ji ber ku Rojava gelekî stratejîk e. Sînorê Kurdistanê yê herî nêzî dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî, derya û Îsraîlê ye. Lewma cihekî stratejîk e. Hêvîdar im, wê herêmên din ên di bin kontrola DAIŞ’ê û hêzên rejîmê de jî, di demeke kurt de bên azadkirin.”


‘Berxwedana Kurdan a sedsalê ye‘

Siyasetmedar M. Emîn Pencewînî da zanîn ku rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojava, Kobanê, Girê Spî û cihên din bandoreke mezin li pêşketina hestên însanî û yekîtiya neteweyî kirin û got, “Beriya her tiştî nîşanî me da ku dema hêza me hebe, em dikarin li hemberî her şêwazê hovîtî, dagirkerî û komkujiyê li ber xwe bidin. Ev yek rewşeke gelekî girîng e. Delîla herî şênber a vê yekê berxwedana li Rojava li hemberî Kobanê ye, ku bi dîtina min berxwedana Kurdan a sedsalê ye. YPG/YPJ’ê ev bi awayekî vekirî nîşanî me da. Lewma divê Kurd, hêzên xwe di asta herî bilind de bikin yek.”


‘Iraq û Sûriye wê bibe sê parçe’

Pencewînî axaftina li ser siyaseta geşedanên li Rojhilata Navîn û bandora wê li ser Kurdan  domand: “Di nava salek, du salan de dibe ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne. Ji ber ku Iraq ji sedî sed ber bi parçebûnê ve diçe. Bi dîtina min, Iraq wê di navbera Erebên Sûnî, Şîa û Kurdan de bibe sê parçe. Heman tişt ji bo Sûriyeyê jî lê ye. Ji ber ku peymana Sykes-Pîcot bi DAIŞ’ê re ji holê rabûye û herêm wê ji nû ve şekil bigire. Krîza îro ya li Başûrê Kurdistanê ji ber alozî û lihevnekirina bi hikûmeta Bexdayê re, rû daye. Ev hemû, mîna ku min got, piştî salek, du salan bi îlankirina serxwebûnê re wê çareser bibe. Yan jî wê sîstemeke konfederal bi cih were.”


HALÎT ERMÎŞ / ANF/SILÊMANIYE 




‘Erdogan dixwaze tola binketinê hilîne’


Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li siyaseta Tirkiye û gotinên serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li hemberî Rojavayê Kurdistanê, rexne kir. Osman diyar kir ku divê Tirkiye mafê gelê Kurd qebûl bike û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azad bike.

Dr. Mehmûd daxuyaniya xwe ya bi rêya înternetê belavkirî de dibêje: “Daxuyaniyên Erdogan yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de, rewşa li Bakûr û bi taybet piştî hilbijartinên parlamentoyê; Erdogan û AKP wekî dixwestin, bi ser neketin. Kurdan di bin banê HDP’ê de gelek kursî bidest xistin.  Dîtinên netewperestiya li dijî Kurdan derdixin pêş û ji projeya aştiyê bi dûr dikevin.”


 ‘Karûbarê welatekî din e’

Siyasetmedarê Kurd balê dikişîne ser daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Rojavayê Kurdistanê de û dibîje: “Di daxuyaniyên xwe de radigihînin ku YPG û PYD yên li Rojava şerê DAIŞ’ê dikin, ji DAIŞ‘ê xirabtir in û terorîst in, metirsiya li ser ewlekariya Tirkiyê ne. Dibêjin, ji bo ti mezinahiyeke Kurd li navçeyê nebe; wê her tiştî bikin. Hêz amade kiriye ji bo biçe navçeyê. Eger Emerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî destûrê bide, ji aliyekî din ve ev destwerdana li karûbarê welatekî din e.”

 Dr. Mehmûd helwesta Tirkiyê û Erdogan a li hemberî Rojava şermezar kir û wiha pê de çû: “Ez vê siyaseta li beramberî Kurdan şermezar dikim. Em piştgiriya şerê jîrane yê xwişk û birayên xwe yên Kurd ê li hember DAIŞ‘ê dikin. Em daxwaz dikin ku vê siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike. Her wiha daxwazê ji hikûmeta bê ya Tirkiyê dikim ku mafê kurdan weke gelekî bipejirîne. Pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike û Ocalan azad bike.”


 ROJNEWS/HEWLÊR