Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Daxwaza Leyla Gûven daxwaza me ye” li pêşiya navenda NY’yê daxuyaniyek da.
Îro bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê li Çerxerêya Osman Sebrî ya giredayî bajarê Qamişlo, kom bûn. Lê ji ber rewşa hewayî bi erebeyên xwe çûn ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) û daxuyaniyek li wir dan.
Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û Hawarî ewlehiya çalakiyê misoger kir. Her wiha ji bo rewşên awartê ambulansek jî amade bû.
Şêniyên Qamişlo, wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakvanên greva birçîbûnê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Nivîsên, “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye”, “Em ê pergala Îmraliyê bişikînin, bi Rêber Apo re azad bijîn”, “Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk misoger bikin” hatin hildan.
Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike
Gel bi sloganên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Leylayan” li ber navenda NY’ê ya Qamişlo kom bû.
Li wir, bi zimanê Erebî hevseroka navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo ya PYD’ê Feyrûşeh Remeden û bi Kurdî jî hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Qamişlo, Hevîn Hîbo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji dema ku rêber Apo dîl hatiye girtin heta niha, dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Apo roj bi roj girantir dike. Eşkere diyar dibe ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike. Ji bo azadiya rêber Apo rewşa çalakvanên greva birçîbûnê ketiye tehlûkeyê. Em heta dawiyê piştgiriyê didin grevên birçîbûne.”
Her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan û hemû saziyên cihanê hat kirin ku bi lezgînî berê xwe bicin vê mijarê û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku daxwaza çalakgerên grevan pêk bîne. Di dawiyê de hate gotin, civaka navneteweyî ji rewşa çalakgerên greva birçîbûnê berpirsyar e.
ANHA / QAMIŞLO