Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi wesîleya meha Remezanê bang li Misilmanên li Ewrûpayê kir û ji wan xwest, li dijî AKP’ê û Erdogan dengê xwe bilind bikin. Tûrhalli diyar kir ku AKP Îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û got, “ya ku ew dikin, muşrîkî ye.”
‘Hundirê Îslamiyetê vala dikin’
Tûrhalli bal kişand ser girîngiya meha Remezanê di nava Îslamiyetê de û got, “Ji ber ku heq û neheqî ji hev hatin cihêkirin. Ji ber ku rojî, ji bo kuştin an jî kontrolkirina nefsa xwe, li ser mirovan hatiye ferzkirin.”
Tûrhalli da xuyakirin, ku di roja îro de ev rastî ji holê hatiye rakirin û got, “Mixabin di roja îro de rojî û îbadet ji bo berjewendî û populîzmê tên bikaranîn. Halbûkî rojî ji bo têkbirina populîzmê ye. Ne ji bo populîzmê ye. Lê belê Îslamiyeta ku dewlet niha dimeşîne, ji sedî 90 dûrî vê rêbaza jiyanê ye. Parvekirinên berê dihatin kirin, niha nînin. Hundirê Îslamiyetê vala dikin û bi vî rengî dijîn.”
‘Divê Misilman li dijî AKP’ê rabin’
Hafiz Ahmet Tûrhalli destnîşan kir ku AKP û lîderê wê Erdogan dûrî Îslamiyetê ne û weha pê de çû: “Ya ku îro li gelê Kurd tê kirin, heman tiştê wê demê li Hz. Muhemmed û hevalên wî hatî kirin e. Li ser navê Îslamiyetê Kurd tên qetilkirin. Yên ku wê demê xwestin pêxember û hevalên wî qetil bikin ‘muşrîk’ bûn. Ya ku îro AKP û dostên wê dikin, heman karê muşrîkan e. Xwedê dibêje ‘eger hûn alîkariyê bidin zaliman, hûnê di nava êgir de bişewitin’. Eger Misilmanên rasteqîn naxwazin di nava êgir de bişewitin, divê xwe ji vê rizgar bikin û li cem gelê Kurd ê mezlûm û gelên bindest cih bigirin. Îro bajar, xanî hatine şewitandin, hatine talankirin. Zilmeke mezin tê kirin. Lewma divê hemû Misilman xwedî li gelên bindest derkevin.“
‘Fitrên xwe bişînin Kurdistanê’
Tûrhalli işaret bi piştgiriya hev a Misilman û fitrê dike dibêje, “weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê em îsal ji bo gelê xwe yê li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê fitreyan kom dikin. Hemû mizgeft, komîte û nûnertiyên me di vî warî de dixebitin. Komeleye alîkariyê ya bi navê însan a me heye. Piştî çend rojên din wê hejmarên hesabê bankayê ji bo alîkariyê bên parvekirin. Gelê me bi vê rêyê dikare alîkariyê bike. Alîkariyên bên berhevkirin jî wê bi rêya heyetan li hewcedaran bên belavkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku fitrên xwe ji gelê Bakurê Kurdistanê re bişîne. Berdêla fitrê îsal ji bo gelê me yê li Ewrûpayê serê şexs 10 euro ye.”
ANF/ KOLN