Koma bi navê AYTK (Komîteya Ewrûpa ya Tirkên Nû) dabû zanîn ku li Kolnê ew li bendê ne 5 hezar kes tevlî çalakiya wan bibin, lê belê li gorî daneyên polîs û rojnamevanan bi tenê 300-400 kes beşdar bûn, li hemberî wê jî li gorî televizyona dewletê ya eyaleta Bakurê Reynê Wesfalyayê WDR´ê du caran ji Tirkan bêhtir Kurd û dostên wan ên Elman çalakiya protestoyî li dar xist (televizyonê hejmara qederê 700 kesî bi kar anî). Ji ber ku di nava herdu koman de ji ber zêdegaviya nijadperestên Tirk alozî derket, hin çalakvan ji cihê çalakiyê hatin dûrxistin û polês bi hênceta hin kesên tevlî pevçûnê bûyî lêne bi ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê de girt. 


Li şûna 2 hezaran bi tenê 100

Li bajarê Hamburgê jî nijadperestên Tirk li bendê bûn ku bi 2 hezar kesan bimeşin, li şûna wê qederê 100 kesî kom bûn û meşa wan jî ji aliyê 1250 Kurd û Elmanên dij-rasîst hat astengkirin, jixwe nûçeyên li ser van herdu çalakiyan li ser vê yekê di çapemeniya Elman de hatin avakirin.

Rojnameyên Eyaleta Niedersachsenê berê xwe dan çalakiya li paytexta eyaletê Hannoverê. Li vir jî li şûna 2 hezar nijadperestên AYTK´ê li bendê bi tenê 400 hatibûn û çalakiya dijber a Kurdan jî li gorî Polîs bi heman rengî girseyî bû. Polês ji kesên li dijî nijadperestan çalakî li dar xistî 12 kes kirin bin çavan û ji wan kesek hat girtin.


‘Ew faşîst in’

Li Frankfurtê bi xwe, li şûna 2 hezar rasîstên Tirk ên AYTK li bendê bi tenê 200 kesek civiyan û li hemberî wan girseyeke mezin a ji Kurdan û Elmanên dij-rasîst pêk dihat çalakî li dar xist. Li Frankfurtê jî weke li Hamburgê, meşa nijadperestên Tirk hat astengkirin. Ji ber ku herdu komên cih cihan hatin hemberî hev, polêsan bi îdaya rûyê xwe pêça ye, Elmanekî dij-rasîst kirin bin çavan. Ji nava Tirkên rasîst jî bi kesekî re lepikên lêdanê hatin desteserkirin. Frankfurter Rundschau bi gotinên nijadperesteke Tirk an bi navê Gamze Ceylan nîşan dide ka haletî ruhiyeya faşîstên Tirk çi ye: “Divê êdî fêm bikin ku wê tib carî Kurdistanek çênebe”.  

Herçî Elmanên dij-rasîst in, bi gotinên “Ev ne neteweperest in jî, ev faşîst in, divê mirov xwe li hemberî wan bi cih bike” bi rêya ajansa nûçeyan a Elman DPA´yê di çapemeniyê de cihê xwe girtin.


Êrişkariya wan derkete pêş

Frankfurter Rundschau radigihîne ku komeke Tirk bi rengê nehatî plankirin xwest biçe Goetheplaty û li wir bi Elmanên çepgir re hatine hemberî hev. Polês dor li wan girtiye û hinek ji wan jî avêtine erdê da ku karibe wan ji meydanê bike der.

Bi herhalî dîmenê giştî yê di çapemeniya Elman de êşaret bi du xisletên sereke yên van meş û xwepêşandanên nijadperestên Tirk dike: ya pêşî kêmbûna beşdaran bû ku bi mînaka Kolnê gelekî darîçav dibe, li şûna 5 hezar kesên AYTK li bendê bi tenê 300 faşîst li wir kom bûn, Ya diduyê jî ew bû ku çalakiyên faşîstan timî weke qaşo “ji bo aştiyê” hatin binavkirin; dema ev hat kirin jî timî mînakên erişkariya faşîst deket pêş. 


 NAVENDA NÛÇEYAN