Kovara Dilop a du mehan carekê, bi Kurdî û Tirkî weşanê dike, di hejmara xwe ya 9’an de bi dosyaya “Di Wêjeya Zarokan De Hêçandin Û Derfet” dêhna xwe dide ser wêjeya zarokan.
Di dosyayê de Mem Bawer, Ferîdûn Bîrgul û Ulku Bîngol li ser meseleyê axivîne û her wiha Berfin Ayşe Ogut û İsmail Dindar jî bi du nivîsên xwe tevli meseleyê bûne.
Ji nivîsên ku bi Kurdî hatine weşandin nivîskar Zeyneb Yaş bi sernavê “Berî Radyoya Êrîvanê Sûsika Simo Hebû” nivîseke li ser portreya hunermenda kurd Sûsika Simo nivîsiye.
Kurdên Xiristiyan hene?
Mehmet Oncu li ser xwarina Amedê “Parsûya Dagirtî” nivîsa xwe amade kiriye û Cemil Oguz jî li ser derhênerê navdar ê îngilîz ê belgefîlman Sean McAllister û belgefîlmên wî nivîsek nivîsiye. Di nivîsê de McAlliser ku meha borî li Stenbolê bû pêşniyarên ji bo kişandina belgefîlman û rêbazên wan dike.
Recep Maraşli bi nivîseke Tirkî “Kurdên Xiristiyan Hene?” nivîsek nivîsiye û li ser meseleyê sekiniye.
Hevpeyvîna bi xelatgirê teze re
Di vê hejmarê de du hevpeyvîn hatine kirin. Yek jê Mehmet Gultekîn li gel hunermend Nîzamettîn Arîç kiriye. Arîç dibêje “Di hilberîna min de rihê hezaran salan a muzîka kurdî heye.”
A din jî Reşo Ronahî ligel Miradê Miradan ku bi dosyaya xwe di Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî de bi ser ketibû axiviye. Miradan dibêje “Ne gengaz e ku Arjen Arî tesîr li ciwanên nola min neke.”
Her wiha Bariş Avşar, Receb Dildar, Çîdem Baran, Şeyhmus Diken, Berfê, Nevzat Onaran, Îbrahîm Bulak, Berfîn Ayşe Ogut, Îsmaîl Dîndar, M. Ender Ondeş, Dr. Omer Uluçay, Zerikiyê Licê, Mehmet Bayrak, T. Gul Koksal, Tahir Şilkan, Îbrahîm Karaca, Enver Ozkahraman bi nivîsên xwe di kovarê cih girtine. Her wiha helbestên Ahmet Çakmak, Cemal Sureyya, Rûnak Şiwanî bi wergerkirina Kurdî hatine weşandin.
AMED