Bi amadekirina Însiyatîfa Ronak li Şa Performansê roja Şemiyê gotûbêj û xwendina helbestan a nivîskar Çiya Mazî li dar ket.

Çiya Mazî pêşî bi xwendina çîrokek dest bi bernameyê kir û paşê qala nivîskariya salên 90’î û metirsiya wê heyamê kir.

Çiya Mazî ku heta niha li ser folklorê gelek berhevkarî kiriye li ser vê xebata xwe sekinî. Wî qala xebatên folklora Kurdî, dûrikên herema Şemrexê kir û ji vê hin mînakan da. Li ser dûrikan Mazî wiha peyivî: “Dûrik zêdetir foma Şemrexê ye. Li Botanê pêtir payîzok, heyranok hene, li deverên  din berbûkan, dîsa wekî stranxwendin cure hene, lê meqama dûrik tenê li Şemrexê hene, taybet in, li cihek din min ev qeyd nekirin.”

Çiya mazî li ser xebatên gotinên pêşiyan û berhema ku wî derxistibû sekinî û ji van jî hin mînak da. Piştî pirs û bersivê, Mazî hin çîrok û helbest jî xwendin.

 

STENBOL