Çeteyên tirk ên ku pişta xwe didan dewleta Tirk, piştî ku li bin guhê berxwedana Efrînê ketin, ji hev belabûn û ji meydana şer reviyan. Di daxuyaniya pêr a YPG´ê de eşkere bûbû ku di şerê li gundê Eyn Deqnê herî kêm 30 çeteyên komên ser bi Tirkiyeyê û eskerên Tirk hatine kuştin û dema reviyane jî 9 cenaze li dûv xwe hiştine. Derket holê ku di nava hêza êrîşkar a çeteyan de qaşo tugaya Ehl el-Diyar jî hebûye. Beriya hefteyekê fermandarê koma çete Îbrahîm Sadik ji rojnameya Yenî Şafakê re ku wekî bultena derewan a hikûmeta Tirk û Erdogan der diçe, peyivî bû. Wî hingê ji xwe razî îdîa kiribû ku çeteyên wî 2 hezar in û dikarin di nava 20 rojan de Efrînê dagir bikin.

Ev kom û çeteyên wê reverev piştî ku li Eyn Deqnê şikestin ji Efrînê reviyan û mîna ku yê di şer de şikestî ne ew bin, gef li Efrînê xwarin. Bi her halî Heyva Sor a Kurd ji bo malbatên çeteyên kuştî yên cenazeyên wan di destê YPG´ê de cenazeyên xwe bibin.

Li aliyê din doh derketibû holê, ku bi taktîkeke eskerî ya YPG´ê û Ceyş ul-Siwarê çete û eskerên Tirk xapiyabûn û di encamê de bi gelek kuştî û birîndaran berdêla vê şaşiya xwe dabûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN