Her gava ku "world" a Îngilîzî û "Welt" a Elmanî dibihîzim bêjeya welêt tê bîra min. Nizanim ji aliyê kok û binyada hevokê ve çiqas nêzîkê hev in, di Kurdî de ev wek niştiman ango wetan e. Lê di herdu zimanên din de, di wateya cîhanê de dihê bikaranîn û fêmkirin.
Heftêya bihurî li Strasbourgê ku ev çendek e em bênavber behsa wê dikin, di bin banê Konseya Ewrûpayê (KE) de, bi navê World Demokracy Forum (Foruma Demokrasiyê ya Cîhanê) bi dirêjahiya deh rojan xebatên nîqaş û danûstandinên li ser pirsgirêkên demokrasiyê hatin kirin. Babeta sereke ya li ser hat sekinandin jî, populîzm bû.
Ev cûre xebat cara ewil sala 2012´an li heman cihî hatiye destpêkirin. Ji gelek deverên cîhanê akademîsyen, siyasetmevan, rojnamevan û bi hezaran jî mêvan beşdar bûne û dibin. Beşa nîqaşa li ser pirsgirêkên demokrasiyê heftêyekê dewam dike. Di vê amadekariyê de şaredariya Strasbourgê jî xwedî kedeke girîng e.
Bêguman ev babeta ku di bin navê foruma demokrasiyê de û bi beşdariya gelek aliyên cihêreng ve dihê lidarxistin, girîng e. Lê gava em bala xwe didinê, ji mêvanên vexwendî û terzê birêvebirina forumê mirov pê re dibîne ku ev xebata berfireh jî nikare xwe berde bin kûrahiya bîra tarî ya tevliheviyan û jixwe, ji vê kombûna mezin wê encameke wiha jî dernekeve.
Li gorî bernameya hatî ragihandin, 186 kes ji bo vê xebatê wek qiseker vexwendî ne ku li gorî parzemînan wiha dihêne rêzkirin: Ji Ewrûpayê 142 kes, ji Asyayê 20 kes, ji Emerîkayê 20 kes û ji Efrîkayê 4 kes. Di vir de yekser bala mirov dikişîne ku yên herî kêm hatîn vexwendin ji parzemîn yan jî welatên ku herî zêde ji nebûna demokrasiyê û ji hebûna populîzma behsa wê dihê kirin bi bandor, tengav û birîndar in.
Di vir de pirsa yekem ev e; heger fikar û metirsî ji hatina desthilatdarên populîst a ser rêveberiyan be, wê demê mirov dikare bipirse, ka çima aliyên herî zêde ji nebûna demokrasiyê tengav û birîndar ji bo vê xebatê nehatine vexwendin? Hewce nake mirov pir dûr biçe, wek pêşiyên me gotî: Şam dûr e, ma mişar jî dûr e?
Li salona gewre ya konseyê, em pêrgî siyasetmevan û nûnerên Kurd jî tên. Ji wan Ertugrul Kûrkçû, Kemal Aktaş, Tuba Hezer û Fayik Yagizay bala me dikişînin. HDP ji bo vê forumê nehatiye vexwendin. Ji Tirkiyeyê partiya CHP´ê û serokê wê li wir amade ne. Herwisa mafê axaftinê jî dane wan. Ev jî dide nîşan ku amadekariya vê civînê di bin fikar yan jî metirsiya hin dewletan de hatiye kirin ku ew bi xwe jî di nav wê çarçoveya wek siyaseta populîzmê de dihête binavkirin de ne.
Populîzma ku bûye babeta niqaşa vê xebatê çi ye, û ew çawa lê dinihêrin? Populîzma ku KE li ser radiweste û ji bo bipêşketina mirovahiyê wek xeterekê dibîne, bi kinahî desthilatên rastgir, dijbiyanî û nerazî ne. Li gorî wan, ev desthilatên ku di van salên dawî de her diçe bi hêz dibin, populîst in. Populîzm ne wek îdeolojiyek yan jî alternatîfeke ji bo demokrasiyê ye, nemaze ew xisarên mezin li pergala demokrat dike û ji bo siberoja cîhanê jî xeteran dihundirîne. Lê ev babet bi tevahî ne li ser derdorên rastgir e. Wek mînak, tevger yan jî desthilatên wek li Venezeulayê jî di nav wê çarçoveyê de dihêne nirxandin. Wê demê her tişt tevlîhev dibe. Pirsa duyem jî ev e ku ji bo astengkirin yan jî heger bi rastî jî pirsgirêk be, ji bo çareseriya wê jî ti pêşniyaz nayêne nîqaşkirin. Jixwe, divê mirov di dawiya vê forumê de li benda biryarên ku hikûmet yan jî dewletan hişyar bikin, yan jî hin tedbîran li pêş wan deynin jî nemîne.
Aliyên Kurd yên em gihiştin wan, dan xuyakirin ku ev forum sala 2012´an ji îro cihêtir bûye û mirovî karîbûye li ser pirsgirêkan bêhtir bi berfirehî biaxive û pêşniyazan bide ber niqaşê. Wisa xuya ye ku ya îsal di bin bandora hin dewlet ango hêzên serdest de hatiye amadekirin. Lewre babet di nav çarçoveyeke teng de hatiye hiştin û ev jî rê nade ku pirsgirêkên rastîn yên cîhanê bêne nîqaşkirin.
Wê gavê kku wan mirovên elît û bijare li salonên dewlemend bejna xwe dida nîşan, li ber derê konseyê jî konê berxwedanê yê Kurdistaniyan du hefteyan li dû xwe dihişt. Kurdan ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê ji serê sibehê heta êvarê bênavber doza demokrasî, aştî û wekheviyê dikir.
Gava em ji konseyê derketin û çavên me bi posterên rêberê Kurd ên li ser wan Azadî ji Bo Ocalan nivîsandî, ket, careke din populîzma rastîn hat bîra me. Werin guh bidin Kurdan, bila ew ji we re behsa têgehên mirovahiyê yên bivênevê bikin.