Doh rojnameya Times a Ingilîstanê karîkaturekî bi sernavê “Fosfor ji Bosphorus/Stenbolê ye” weşand. Rojnameyê bi vê got, artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên qedexekirî bi kar anîne.
Karîkatur bi qelema Peter Brookes hatiye xêzkirin. Di karîkaturê de nîşana bikaranîna artêşa Tirk a fosfora spî li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe. Li ser karîkatûrê ji ala Tirkiyê fosfora spî li ser serê jin û zarokan dibare.
LONDON