Sêhrbaz Tayîp jî dema dît ku rêberiya Kurdan dek û dolabên wan li ber çavan radixîne, nayên takiye, alavêre û dalavêreyên wî, bi lez û bez destyarên xwe civand, fotêrê sêhrbaziyê bi hin pel û pûşan dagirt, bi alîkariya yaver û çapemeniya xwe bi rojan xebitî ku temaşewanên li salona Tirkiyê bi tiştên vala û nepixandinan mijûl bikin û di kêliya lêhatî de hê şiva sêhrkirinê li fotêrê nav pakêt bixe.
Sêhrbaz Tayîp roja sihê meha nehan bi awayeke tux û pozbilind di navbera çar alên Tirk ên kolakirî de derket ser dikê, şiva sêhrbaziyê bi duayên “yek al, yek welat, yek dîn, yek ziman, yek îman û cend cemaat” li fotêrê xwe da û got: “Okus fokus, her tişt vala û fos, alavêre dalavêre, ha pakêteke çareseriyê ji we re!” Dema çepik kêm man, wî bi îmana makzagonên berê şêstî û ya diwazdehê îlonê sondxwar ku ev sêhreke taybetî ye.
ÊÊÊ! Çi jê derket?
1 – Wek bexşîna yekem (way mala minê) ev bû; derê daîreyên dewletê ku bi pîhnên tîpên Q, X, W, şikyabûn, êdî pêşî li van tîpan nedihat girtin, vekir,daku êdî derî û pencereyên kargehên dewletê neşkên. Lê ji ber dekbaziya şantajê tîpên „î, û, ê“ ji bala cihanê veşart. Gelo şiva sêhrê kengê li qedexeya van tîpan dikeve?
2 - Padîşahê sêhrbazan sêhrbaz Tayîp wek keremkariyekê qaşo destûra di dibistanên taybet de fêrbûna bi zimanên cûda da, me jî ev destûrname wek destûra bi Kurdî pejirand. Ango wek dersên bijarte û qeşarte (seçmelî saçmalî).
Li ser vê rewşenbîrê Kurd Ferzan Şêr bi mafdarî ev pirs kir: “Ma xêrxwazek dikane cudahiya di navbera cezayên pereyan yên ku ji bo axaftinên Kurdî dihat dayîn û keremkariya bi pereyên xwe di dibistanên taybet de fêrê Kurdî bûyînê, bibêje?” Min jî li gor xwe ev bersiv dayê: Yek demoqrasiya kemalîstên laiq, yek jî demoqrasiya kemalîstên îslamîst e.
Dê kê bikanin dibistanên taybet vekin? Kurdên dewlemend? Şaredarî? Bersiv amadeye: Na! Jixwe ew nikanin destûrê bistînin, walî efendî rê nadin. Dê tenê Fetullah Gulen û cemaetên din van dibistanan vekin, lewra li gel hemû walî ji wan e, sêhrbaz destûra ku ew bikanin bi fermî alîkariyê bicivînin jî da. Ango dê Kurd bikanin biçin di dibistanên F. Gulen de bi Kurdî fêrê îmana Fetullah Gulen bibin. Hey!! Maşallah! Çavên me ronî!
3 – Padîşahê sêhrbazan birêz Tayîp, bendava hilbijartinê ya ji sedî deh jî hetanê ku alavêre û dalavêreyeke xwirtkirina serkariya sêhrbaz Tayîp pêk were, bi çend pêşniyarên dekbaz kire nava bazarê.
4 – Divê em vê jî bibêjin: Camêrê sêhrbaz ev jî kerem kir; dê em ê bikanin serî li saziyên wan bidin û li benda wîjdanên wan ên korbûyî rawestin, daku em bikannin navê gund û bajarên xwe yên berê bikarbînin. Ev derfeta serîlêdanê berê jî hebû, ne wisa?
Ji bo elewiyan çi derket? Zanîngeheke îslamîzekirina elewiyan, lê ji bo kêmarên din? Mîratê balonekê jî neteqiya ku me bikaniya bigota “Hewa!”
Bingehê vê dekbaziyê:
Di vir de hişmendî ango zihniyet girîng e. Di hişmendiya dewletê de, netewe û kêmar tune, tenê serkariya Tirk heye, serkarî bi kesî re rûnane û li ser maf û demokrasiyê nîqaş nake, tenê dikane li gor berjewendîya serkariya xwe hin tiştên bi rengê mafan hatî rengandin, lê bend di destê dewletê de ye, bide. Sêhrbaz Tayîp jî li ser vê prensîb û hişmendiya tundraw rola xwe ya sêhrbaziyê lîst. Ji ber ku çepik û halana temaşewanan kêm bû, soza sêhrkirina çend pakêtên din jî da.
Tişteke balkêş jî ev bû, di dema ew li ser dikê bû û bi sextekariya sêhbazî gelê di şanogeha Tirkiyê de dixapand, firoke û cetên wan ên şer jî li ser heremên Medya bi awayê tehdîtê nizm difiriyan. Ev jî tê vê wateyê ku bi vê koma sêhrbazan re ne çareserî, ne aşitî û ne jî demokrasî dibe.
Fotêrê sêhrbaz Tayîp
Di TV ya alman Super RTL de dokumentarekê li ser sêhrbazê rûpoş (bi maske) hebû, sêhrbaz berê tişta dixwest sêhr bike, nîşanê temaşewanan dida, li pey jî ji bo ku bikane dek û dolabên sêhrkirinê veşêre, li aliyekê ew diyarda sêhrkirinê dinepixand, li aliyê din jî ji bo ku bikane bala temaşewanan bikişîne derên din, bi gotin, tevgerên xwerû û bi alîkariya destyarên xwe hewl dida, gava têdigihîşt ku êdî dikane rastiyê ji temaşewanan veşêre, hê sêhr dikir.