Libajarê Elmanyayê Frankfurtê, bi pêşengiya NCDKa bajêr bi şîara ‘Şeva Piştgiriyê ya ji bo Azadkirina Efrînê’ şevek hate organîzekirin. Bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Frankfurt, Offenbach, Hanau, Mainz, Russelsheim, Wiesbadenê beşdarî şevê bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar, hevserokên NCDK’ê yên Mainz û Hanauyê got, “Em bidin ser rêya Rêber Apo û têkoşîna şehîdên xwe.”

Koma Şanoyê ya Zarokan a Hanauyê jî govendên herêma Botan û Amedê pêşkêş kirin. Di şevê de Xelîl Xemgîn, Hozan Mizgîn, Ergîn Xelikan, Sena Dersimî, Hozan Metîn û koma Rapê ya bi Kurdî, Freefighter derketin ser dikê.

 

FRANKFURT