Komîsyona ku ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye avakirin, biryar da ku berhemên ji Efrîkayê hatine revandin û li muzeyên Fransayê ne, îade bike.
Li gorî rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hate amadekirin, 90-95 ji sedî yê berhemên ku mîrateya çandî ya Efrîkayê ne, li derveyî parzemînê ne.
Endamên komîsyonê yên rapor amade kirine, ekonomîsta Senegalî Felwine Saat û dîroknasa Fransî Benedicte Savoy, diyar kirin ku divê were îsbatkirin ku berhemên li muzeyên Fransayê bi rêyên qanûnî hatine bidestxistin, naxwe divê berhem hemû radestî welatên wan bên kirin.
Serokkomarê Fransayê Macron par li Bûrkîna Faso di dema serdana xwe de gotibû, “Qebûl nakim ku mîrateyên çandî yên gelek welatên Efrîkayê li Fransayê bin.”
Anîna berhemên Efrîkayê ji bo Fransayê sedsala 19’an dest pê kir.
Tê payin ku metna giştî ya rapora li ser berhemên ji Efrîkayê roja Înê wê bê weşandin.
Heger Fransa berheman îade bike, tê payin ku zext li DYE û Ingilîstanê bê kirin ku heman gavê biavêjin. Nexasim jî li British Museumê, gelek berhemên giranbuha yên dîroka Efrîkayê hene.
PARÎS