
Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên Kurd ku 9 Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, konferanseke ya jinan hate lidarxistin. Di konferansê de ku têkoşîn û pirsgirêkên jinan hate gotûbêjkirin, aktivîstên jin ên ji deverên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Hevla Dûlcîe September Jacqûelîne Derens, diyar kir ku Fransa ji bo qetlîamên siyasî ‘Terciheke bi ewle ye.’ Konferans li ser bîranîna, yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin hate lidarxistin. Ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, Kolektîfa Pişgiriyê ya bi Jinên Rojava re, Femmens Solîdaîres û Meşa Jinên Cîhanê ve hate organîzekirin. Jinên Aktivîst li dijî qirkirina jinan axaftin kirin. Bi vê konferansê hewldan ku li dijî qirkirina jinan torekî jinan a navneteweyî bidin avakirin.
‘Divê berpirsiyar diyar bibin’
Di konferansê de destpêkê Hevşaredara Semta 2’emîn a Parîsê Jacqûes Boûtaûlt axivî. Boûtaûlf destnîşan kir ku bi konferansên bi vî awayî dikin armanc ku dengê jinan hê xurtir li cîhanê deng vedin, divê çarçoveyê de 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin bibîr tinin. Boûtaûlt bi bîr xist ku bi mirina Omer Guney divê doz bi dawî nebe û got: “Divê doz bigihêje heta berpirsyarê dawî yê.”
Jin li her derê tên qetil kirin
Cigira Seroka Şaredariyê Helene Bîdard jî diyar kir ku bi mirina sûcdar divê doz neyê ragirtin, berdewam bike. Bîdard wiha got: “Em li vir narawestin. Em ê li gel we têkoşînê bikin.” Bîdard diyar kir ku sedemê vê qetlîamê têkiliyên Enqerê yên li gel hikûmeta Fransayê pêk hatiye û bal kişand ser rewşa zextên li Tirkiyeyê.
Berpirsiyariya Fransayê jî heye
Parêzer Gabrîela Conder, behsa qetilkirina 3 jinên şoreşger kir û wiha got: “Ev qirkirinekî siyasî ye. Dewleta Fransa hem di kirina qetlîamê de û hem jî ne bi cih anîna edaletê jî perpirsyare. Di wê fikrê de me ku ev qetlîam di navbera têkiliyên servîsa veşartî ya Fransa û Tirkiye de pêk hatibe.”
‘Fransa tercihekî bi ewle ye’
Piştî navbera bi pirs û bersivan dewam kir û şûn de, Rojnamevan Laûre Marchand a ku beriya demekê têkildarî doza Qetlîama Parîsê pirtûka wê derketibû rûniştina 2’emîn bi rê ve bir. Ji hevalên Dûlcîe Septenber ên ji Başûrê Efrîqa ku di sala 1998’an de li Parîsê hatin qetilkirin Jacqûelîne Derens, seroka Komeleya Piştgiriya Fransa-Kurdistanê Sylvîe Jan û endama Koordînasyona Ewropa ya Rêxistina Meşa Jinên Cîhanê Vanîa Martîns di rûniştina 2’emîn de mafê axaftinê girtin.
Destpêkê Jacqûelîne Dernse mafê axaftinê girt, têkildarî mijara qetilkirina jinan a siyasî axaftinek kir û diyar kir ku ji bo qetilkirinên siyasî Fransa “Tercîhekî bi ewle ye.“
Moderator Laûre Marchand jî diyar kir ku di navbera qetilkirina September û qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê nuqteyên hevpar hene, mafê axaftinê da Sylvîe Jan. Jan qetilkirina her 3 jinên şoreşger ên Kurd ku ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve, weke “Qirkirina jinan” pênase kir.
Endama Koordînasyona Ewropa ya Rêxistinên Meşa Jinên Cîhanê Vanîa Martîns, piştî têkoşîna li derdorî Meşa Jinên Cîhanê vegot û şûn de, behsa xebatên hevpar ên bi jinên Kurd re dimeşînin kir.
Ji Kolektîfa Piştiriya bi Jinên Kobanê re Elsa Meûnîer di rûniştina 3’emîn de moderatorî kir. Di vê rûniştinê de ji Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê Songûl Omurcan û Midûra Karê Nivîsê ya Kovara Clara Carîne Delahaîe mafê axaftinê girtin.
ANF / PARÎS