Di salvegera komkujiya bêbext ya li Parîsê û şehîdkirina sê jinên Kurd de, car din cîhan hejiya.  Cîhadîstên sergerde bi slogana ”Allahu ekber”, li avaniya kovara Charlie Hebdo komkujî kirin. Erdheja duyemîn!.. Fransa ku destek dida çeteyan û ambulans di ser Tirkiyê re bi hawara wan dişandin, komkujî kirin. Hey gidîîî dinya!....
Cîhan bi vê komkujiyê, biqasî guhertina buxarê, elektronîk û atomê hejiya.  Piştî komkujiya li avaniya Charlie Hebdo, li Madrîd, “Prîsa Medya Grup”  jî polis kete nava  alarmê.  Ev destpêk e!... Ev êrîşa bêbext, wê  komkujiya berî du salan ya  şehîd kirina 3 jinên Kurdên şoreşger bike rojevê. Ez kin bêjim: Eger dewleta Fransa komkujiya bêbext ya li hemberî  3 jinên Kurd ronî kiriba ne, îro êrîşa li dijî buroya kovara Charlie Hebdo çênedibû.  Ev yek!...
Xala duyemîn ew e ku, siyaseta kontra, JÎTEM, gladio, paralêl,  HUDA-kontra tenê tehlokeya cîhadîstan nayîne; li hemberî vê, nijadperestên ku wek çêlîkên Hîtler û Mussolînî têne binavkirin jî derbixe holê. Li Almanya PEGIDA (netewparêz), li dijî wê jî KOGÎDA (gelparêz) derxistin holê. Qutbên li dijî hev!...
Gotina Kurdan ya navdar; ”tu çi bi çênî, tê wê bi çine…” Xala sêyemîn; Çeteyên DAIŞê jî, mina çeteyên El Nusra, El Qaîde, ji aliyê hêzên global  û netew-dewletên herêmê ve hatin  sazkirin, bi çekan hatin xemilandin.  Bi 300 çeteyên DAIŞê, dagirkerina Musilê radest kirin. Vê kiryara plankirî,  û radestkirina hewqas çekan, ji bilî hêzên global kes ne xapand. Êêêê, dîroka civakên jî  ne tenê serketina hêzên bazirgan e.  2 sal in jinên Kurd her roja Çarşemê li kolanên bajarên Ewropa  çalekiyên “em edaletê dixwazin” lidardixin û daxwaz dikin ku komkujiya bêbext ya li Parîsê were ronî kirin. Ronîkirina komkujiya li Buroya Informasyona Kurdistanê a Parîsê, wî xelekên zincira komplo, kontra, kiryarên korsanî û têkiliyên hêzên tarî teva eşkere bike. Lê Fransa,  bi selefkariya Hecî Pepe gelê Kurd firot.
Ev siyaseta ”bonapartîst” e û koloniyên modern di xeyalên wan de hene. Tirkiye jî xwe wek ”ewladî fatîhan-zarokên dagirkeran” bi nav dike û utopya emperetoriya Osmanî dijî. Çeteyên DAIŞê, êrîşa avaniya Charli Hebdo jî encama vê siyasetê ne. Operasyonên bi erênî û desteka hêzên global û NATO li dijî Tevgera Azadiya Kurd, yek bi yek, wek “waqanivîs”, di salname û rojnivîsên Kurdan de hatine xêz kirin.
Herî dawî serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan roja Sêşemê, Ewropa şiyar kir û got: ”Li Ewropa protestoyên ant-î îslamî zêdebûne, divê YE, rê li ber îslamofobî bigire.” Ewropa jî ev gotin wek tehhdîdek ciddî nirxandin. Netew-dewleta Tirk, sed sal in wek çavkaniya faşîzmê gelan qir dike; îro jî wek  ”ewladî-fatîhan” herêmê teva  tehdîd dike. Tixubê Serxetê (seranserî tixubê Suriye) kiriye holka pîkola çeteyên DAIŞê. Tirkiye jî bûye guzergeha sergerdeyan. Balkêş e, piştî komkujiya bêxtreş ya li avaniya kovara Charlie Hebdo, pêşî  rayedarên dewleta AKPê û medya tirk ragihandinên spekulatîf kirin. Piştî Tirkan, rayedarên çeteyên DAIŞê daxuyanî dan.
Ya balkêş ew ku gotinên rayedarên dewleta tirk û çeteyên DAIŞê hev temam dikin e. Her du basik, daxuyaniyek paralel-î çeteyên komkujiya avaniya Kovara Charlie Hebdo pêkanîn, dan…  Nivîskarê rojnameya Vahdet Ibrahîm Yoruk jî, Penguen tehdîd kir û got; ”Bibîne, bilerize û were ser hişê xwe...”
Fransa jî, dive pêşketinên ji 9ê Çileya 2012 û komkujiya bêbext ya 3 jinên Kurd; Almanya jî, têkiliyên kontrayê taybet yê tetîkkêş li Almanya  lêkolîn bikin.
Aktorê navdar yê Espanî Willy Toledo siyaseta hêzên global rexne kir û got: Ewropa çi diçênê wê diçine…  Li pey êrîşa kovara “Charlie Hebdo”  Rojava ku rojê bi hezaran mirov dikuje heye.” Aktorê Espanî bi van gotinan xwest ku Ewropa, bêyî “şecera exlak” li ber çavan bigire, siyaseta xwe dibin çavan re derbas bike.
Vêceee, ne hêzên tarî, hêzên li ber çavan ji komkujiyan  berpirsiyar in û bûne çavkaniyan çeteyên sergerde.