Rewşenbîra Kurd Firîda Hecî Cewarî di 84 salî xwe de doh li mala xwe ya li Êrîvanê koça dawî kir.
Rewşenbîr û nivîskara Kurd a ji Ermenistanê, Firîda Hecî Cewarî keça Heciyê Cindî û xanima helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv bû. Wê bi qasî 50 salan mamostetî kir. Firîda Heciyê Cindî sala 1934an li paytexta Ermenistanê ji dayik bûbû.
Firîda xelatên weke “Hurmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê” (1962), madelyaya “Ji bo karê Efatiyê” bi boneya 100 saliya Lenîn (1970), nîşana “Serketiya Pêşvana Sosyalîstiyê” (1975) û navê “Mamoste-Mêtodîst” wergirtiye (1979).
Firîda Heciyê Cindî sê caran weke Endama Şêwra Navçeya Şahûmyanê ya ser bi Êrîvanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984).
Firîda Hecî Cewarî tevî bavê xwe Heciyê Cindî tev li xebata “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” bûye. Firîda herwiha gelek kitêbên helbestkarê navdar Fêrîkê Ûsiv ê ku hevjînê wê bû û Heciyê Cindî ji nû ve amade kirin û dane çapkirin.
ÊRÎVAN