
S. ASÛMAN DEMÎR / MA / STENBOL
Li gel zext û astengiyên ji ber Rewşa Awarte (OHAL) derdikevin pêşiya azadiya weşanê jî, weşanxaneyên Kurd û mixalif bi saya fûar û çalakiyên bi heman rengî, xwe digihînin xwendevanan.
36. Fûara Pirtûkan a Stenbolê, di dawiya hefteyê de dest pê kir û wê 12'ê Mijdarê biqede. Fûara Pirtûkan a Stenbol li qada fûarê ya TUYAP a li Beylîkduzuyê pêk tê. Weşanxaneyên Kurd û mixalif destnîşan dikin ku bi saya fûaran ew xwe digihînin xwendevanên xwe.
Edîtorê Weşanxaneya Aram, Ûlaş Guldîken destnîşan kir ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de fûar ji bo xwegihandina xwendevanan girîng e.
Guldîken diyar kir, Weşanxaneya Aram ligel zext û zordariyan jî ev 20 sal in ji xeta xwe tawîz nedaye û anî ziman ku ji dema avabûnê û vir ve zêdeyî nîvê pirtûkên wan ketine kategoriya 'qedexe' û pirraniya wan jî hatine qedexekirin.
Xwendevan dibêjin qey weşanxane hatiye girtin
Guldîken diyar kir ku ji destpêka sala 2016'an û vir ve qedexeya firotin û belavkirinê li ser 100 pirtûkên wan hatine danîn û ragihand ku li pirtûkxaneyan, girtîgehan, malan û li gelek cihên din pirtûkên bi logoya Aramê hatine komkirin. Guldîken da zanîn, ku dema mijar Weşanên Aram be, bêyî qedexekirinê jî pirtûkên wan tên desteserkirin.
Ûlaş Guldîken da xuyakirin ku ji ber Rewşa Awarte wan weşanên xwe kêm kirine û anî ziman ku gelek xwendevanan dibîjin qey weşanxaneya wan hatiye girtin. Guldîken destnîşan kir ku hebûna wan a niha li TUYAP'ê girîng e ku bi saya vê yekê nîşanî xwendevanan didin ku karê xwe didomînin.
Dûr e lê em li benda xwendevanên xwe ne
Di dewama axaftina xwe de Guldîken diyar kir ku tevî Rewşa Awarte, zext û zordariyê jî wan ti carî xeta xwe neguherandiye û anî ziman ku ligel dûrbûna TUYAP'ê jî ew li benda hatina xwendevanên xwe ne.
Yek ji weşanxaneyên mixalîf ên li TUYAP'ê cih digirin, Kor Kîtap e. Tevî ku di demeke nêz de dest bi weşane kiriye, heta niha 30 pirtûk çap kirine. Cara yekemîn e li TUYAP'ê cih digire. Xebatkarê Kor Kîtapê, Bûrhan Coşar anî ziman ku ew li TUYAP'ê bi xweşî hatine pêşwazîkirin.
Li fûarê Weşanên Dîpnotê jî hene ku bi taybetî bi pirtûka çîrokan a 'Seher' ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê nivîsandiye, kete rojevê.
Ji Weşanên Dîpnotê Emîr Alî Turkmen destnîşan kir ku li TUYAP'ê ev pirtûk gelekî balê dikişîne û tê kirrîn. Turkmen anî ziman ku Seher ji aliyê gelek derdoran ve tê kirrîn û ev pirtûk veguheriye piştevaniyê.