NÛRHAT HEFTARO
28’ê vê mehê li Osakaya Japonyayê bi amadebûna 37 dewlet û rêxistinan, koma dewletên G-20 li hev civiyan. Gava ku mirov çavekî li nîqaşên civînê digerîne; mirov têdigihîje ku serdema fînans kapîtalê ya neo-lîberal têk diçe û sîstema cîhanî li ber guhertineke mezin e. Di civînê de gelek pirsgirêk û xalên ne-lihevkirin û nakokiyê derketin holê. Pirsgirêka ekolojîk “guhertina kîşwerî”, sîstema bazirganiya cîhanî, pir-rengî “vekiribûna bazarê” û parêzvaniya bazarê û her wiha mijarên din ên weke şerê bazirganiyê ya navbera hêzên heyî jî bûn rojeva sereke ya nîqaşan. Li er van hemû pirsgirêkan jî, ti lihevkirin ji civînê derneket. Tenê careke din li ser bazirganiya azad israra xwe dubare kirin û di daxuyaniya dawiyê de ev yek wisa derbas bû “Em hewil didin, atmosfereke bazirganî û istismarê ya azad, rastgo, bêalî, zelal û bi istiqrar ava bikin ku em dikarin pêşbîn bikin û bazarên xwe vekirî bihêlin.”
Lê ev daxwaza bazarê ya azad tenê rêbazeke kamûflajê bû. Serokê Emerîkayê Donald Trump bi awayekî eşkere li dijî vê yekê derket. Li gorî hate fêmkirin; her hêzekê xwestiye, para xwe ji qezenca bazirganiya navneteweyî zêde bike. Trump pir nerm xwe nêzîkî Rûsya, Çîn, Tirkiyê û Hindê kir. Serokê Rûsyayê Putîn jî siyasetên welatên Rojavayî yên lîberal rexne kir û weke têkçûyî bi nav kir. Mirov dikare di cî de bibêje; hewl didin bi çêkirina lihevkirinên nû krîza sîstemê derbas bikin. Êdî li cîhanê cemserên nû çêdibin...!
Krîza siyasî ya navbera Emerîka û Rûsya, Emerîka û Çînê gihaye asteke krîtîk. Her yek ji van dewletan xwediyê sîstemeke sermayeyê ya taybet in. Weke berê, tek hêzeke hegemon nayê qebûlkirin. An sîstema heyî wê hilweşe û şer rûbidin an jî pêwîstî bi lihevkirinê û cemserên nû heye.
Mirov weke encam dikare bibêje, aboriya neo-lîberal dikeve qonaxeke nû, nexasim bi derketina rastgiriya popular û di pêncî salên li pêşiya me de, wê hinek tişt diyar bibin. Kapîtalîzm li ser sê astan bi aloziyê re rûbirû ye. Yek; krîza ekolojîk ku êdî dewlet û şîrketên kapîtalîst nikarin mesrefa paqijkirinê bidin, du; krîza siyasî ku siyaseta cemserbûn û şer li cîhanê zêde dibe, ev jî bazarê dixe xeteriyê, sê jî krîza aborî ku êdî em ber bi aboriyeke neo-merkantalîst a Keynesî ve diçin. Jixwe sosyologê binavûdeng Immanûel Wallerstein di pirtûka xwe ya bi serenavê “Dawiya Cîhanê, weke em dizanin” de wiha dibêje: “Bazara azad; dijminê mêrkuj ê sermaya ketî ser hev e.”