Wêjeya Kurdî  ji her alî ve geş dibe. Di navbera zarava û parçeyan de danûstendinek bi hunerî li ser weşanxaneyên Kurdî saz dibe. Ji Soranî gelek berhemên giranbûha bona Kurmancî hatin wergerandin. Her wiha di wêjeya Kurdî de reha herî xurt, berhemên Kurdên Sovyetê, li Bakur tên çapkirin.

Ji bilî wêje û wêjekarên Kurdî, ji wêjeya cîhanê jî gelek nivîskar bi zimanê Kurdî jî wê werin xwendin. Ji wan wêjekaran yekî xurt û navdar George Orwell e. Salih Agir Qoserî romanên wî ya bi navê “1984” û “ Çewlika Heywanan” wergerandin Kurdî. George Orwell di herdu pirtûkên xwe de pergala siyasî rexne dike. Lewma jî ne bi tenê wêjekar û xwîner, her weha Tevgerên Siyasî û Îdeolojîk jî îro George Orwell minaqeşe dikin. Loma jî George Orwell li gorî lîberalan wekî dijberê pergala Sovyetan, li gorî Marksîstên Ortodoks jî wekî sîxurê Amerîka hatiye binavkkirin. George Orwell utopyaya hinek kesan bi şêwaza dîstopya di romanên xwe de bi zimanekî xurt û tund hûnandiye. Utopyaya Sosyalîstên Ortodoks wekî dîstopya şayesandiye. Em ê li ser cihê George Orwell di wêjeya cîhanê de û niqaşên der barê George Orwell de  bi Salih Agir Qoserî re biaxivin. Her wiha wekî wergêr, rewşa wergera Kurdî di çi astê de ye û rewşa niha binirxînin.


‘George Orwell ji bo şoreşê brîndar bû’

Nîqaşa li ser George Orwell hê jî zindî ye û gelek înformasyonên şaş jî hene der barê jiyana George Orwell de. Angaşta hinek aliyan ew e ku nêta George Orwell ne rexnekirina sosyalîzmê bû berovajî ew dijminê sosyalîzmê bû, heta sîxurê Emerîka bû. Wergêr Salih Agir Qoserî dibêje, George Orwell ne dijberê sosyalîzmê bû berovajî ji bo sosyalîzmê brîndar jî bûye, George Orwell li hemberî diktatoriyê bû û wiha pê de diçe: “Herçiqas ji aliyê gelek kesan ve ev herdû romanên George Orwell weke rexneyekê li hemberî sîstemên sosyalîst, kominîst hatibin nirxandin jî, di eslê xwe de ne wisa ye. Lew Orwell bixwe şoreşgerekî Marksîst e û bi vê nasnameyê çûye Spanyayê, beşdarî refên şoreşgerên Spanî bûye û li hemberî desthilatdariya Spanya şer kiriye, her weha birîndar jî bûye. Lê li wê derê di navbera Stalînîst û Troçkîstan de cûdahî û dijberiyê dibîne, ya rastî dîktatoriya Stalîn dibîne, lewma êdî fikrên Troçkî diparêze. Ji wê rojê heta dawiya jiyana xwe, Orwell xwe weke Troçkîstekî bi nav dike. Helbet dîktatorî, li derveyî îdeolojiyan, bi serê xwe helwêstek e, hewesek e, zordariyek e. Dibe ku dîktator di bin nasnameya marksîstî, dîndarî, mûhafazakarî û hwd de desthilatdariya xwe ava bike. Fikra wî çi dibe bila bibe, ew fikir wî ji dîktatoriyê rizgar nake, dîktatoriya wî jî ji wê îdeolojiyê re nabe mal.”


‘Rexneyên wî îro jî lê ne’

Werger Salih Qoserî pirsa “Çima George Orwell” wiha dibersivîne: “Çi di 1984 de çi jî di Çewlîka Heywanan de, George Orwell bi afirandina civakên dîsutopîk rexneyan li desthilatdariyên totalîter û dîktatoryal dike. Li gel ku Orwell berî niha bi şêst, heftê salî ev berhem nivîsîne jî îro heman pirsgirêk di jiyana mirovan de, bi hemû tundiya xwe di rojevê de ye. Girîngiya Orwell ji vê yekê tê. Bi hêviya welatekî demokratîk û wekheviya mirovan, gel kar û xebatê dike, desthilatên zordar dirûxînin, lê piştî ku gel desthilatdariya xwe ava dike, ew demokrasiya ku gel hêvî dike, wekheviya ku ji bonê têdikoşin, qet pêk nayê. Tiştê ku tê avakirin weke berê, heta ji berê xerabtir e.”


‘Di Orwell de pêşbîniya siberojê heye’

Salih Agir Qoserî diyar dike ku tespîtên George Orwell ne tenê dema tê de jiyaye îfade dike her wiha tespîtên wî ji bo îro jî lê ne û dibêje: “Li gel ku Orwell bêhtir bi rexneyên siyasî tê naskirin, Orwell di warê pêşbîniyên siberojê de jî tesbîtên balkêş kirine. Asta teknîka îro ku bûye parçeyek ji jiyana me, televîzyon, înternet, kamerayên mobese û hwd, ku bîst û çar saetan jiyana me kontrol dikin, Orwell di salên 1940´î de vegotiye. Di wê civakê de ku wî di 1984´an de ava kiriye, gel bi saya teknîka ku îro em bikar tînin, yek bi yek tê kontrolkirin. Tu kes li mala xwe, bi zarok û hevjînên xwe re nikare li dijî desthilatdariyê bipeyive. ÇAVÊN BIRAYÊ MEZIN LI SER WAN IN! Dema mirov difikire ku hingê ji sînema û radyo pê ve tiştekî din tune bû, lê Orwell texmîna îro kiriye, mirov hêza Orwell bêhtir fêm dike.” 

Qoserî wekî din bi lêv dike ku divê nivîskarên mîna Goeroge Orwell her Kurd bi zimanê xwe bixwîne û bifikire û wiha axaftina xwe didomîne: “Orwell rexneyên xwe yên siyasî, pêşbîniyên xwe yên teknîkî û civakî bi hêzeke wêjeyî dihûne. Encam; berhemên wî li temama cîhanê, bo sed zimanî hatine wergerandin. Dema ku mirov bifikire ku zimanê Kurdî di nav zimanên cîhanê de di rêza 40’î de ye, divê Kurd jî George Orwell bi Kurdî bixwînin.”


Mesele îqtîdar bi xwe ye

Desthilatdarî bi hezar salan e li ser civakê bi her rê û rêbazî hatiye bikaranîn, formên desthilatdariyê li gor xak û wext hatiye guhertin. Belkî li welatên Rojavayî desthilatdariya klasîk nema, lê bi têgeha Michel Foucoult “ bîo-îqtîdar” ango desthilatdariya jîndar, li her derê ye. Wergêr Salih Agir Qoserî jî dibejê, George Orwell dijberê her curêyê desthilatdariya ku civakê bêbandor û beteqat dihêle bû. Qoserî ji Rojhilata Navîn û ji rejîma Tirkiyê mînakên rojane dide: “Îro, di jiyana rastîn de jî heman tişt heye. Li Rojhilata Navîn hemû qatlîam û pirsgirêkên ku hene, bêgûman encamên dîktatoriyan in. Li Tirkiyê bi hêviya avakirina welatekî demokratîk Kurd, Tirk û hemû gelên din bi hev dûre Tirkiye ava kirin, lê pişt re, Kemalîstên serdest hemû sozên ku dabûn înkar kirin û dest bi zilm û zorê kirin. Ji dêvila pêkanîna welatekî demokratîk û wekheviya gelan, qatlîam, îşkence û koçberiyê hatin kirin. Îro bixwe jî heman tişt tê kirin. AKP bi sozên avakirina demokrasiyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd hat îqtîdarê. Kêm zêde desthilatarî ji Kemalîstan stendin. Lê îro em dibînin ku roj bi roj, rejîm ber bi padîşahiyê ve dihere. Eşkere ye ku ev rewş ji ya berê nebaştir e. Dixwazim bibêjim, tiştê ku George Orwell şêst, heftê sal berê rexne kiriye, em bixwe îro dijîn. Ango rexneyên Orwell ji bo me hîna jî di rojevê de ne.”


‘Wergera bi zimanê serdest tê xwendin’

Di wêjeya Kurdî de wergêrî xwe ji nav lepên Tirkî bi awayekî rizgar dike û berê xwe dide zimanên din. Wergêr Qoserî pirsgirêkan bi mînakên berbiçav  wiha radigihîne :” Rewşa wergera Kurdî, dema ku mirov bi roman, helbest, çîrok û hwd re miqayese dike, mixabin kêm dimîne. Jixwe mirov nikare wergera Kurdî bi zimanên din re miqayese bike. Werger û bi tevayî wêje, bi rewşa tevayî ya Kurdan ve girêdayî ye. Bê çawa Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê di gelek waran de di bandora desthilatdariyên serdest de mane, di wergerê de jî di bin bandora zimanê wan de mane. Li gel ku îro gelek komele, sazî û zanîngeha Artukliyê perwerdehiya zimanê Kurdî didin jî, dema ku mirov li hejmara Kurdan dinihêre, ev xebat pir kêm dimîne. Di rewşeke wiha de, çiqasî wergera berhemên cîhanî bo Kurdî were kirin jî, wergera bi zimanê serdest bêtir tê xwendin.“


‘Kar û xebat asta şexsî de ye’

Qoserî dibêje derfetên Kurdan kêm in û lewma divê Kurd bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha diaxive:” Xwendina kêm bandorê li nivîskaran dike, li wergêran dike, li weşangeran dike û li hemû kesên têkildarî wêjeyê dike. Weke mînak li Swêdê dema ku pirtûkek tê nivîsîn yan jî wergerandin, wezareta çandê alîkariya aborî dike. Piştre hemû şaredarî ji bo pirtûkxaneyan, bi hezaran pirtûkan dikirin. Helbet kirîna xwîneran a pirtûkan jî li gora xwe bandorekê dike. Li welatekî wiha, ji nivîskar û wergêr bigire, heta weşanger, matbaa û hemû kesên ku keda wan dikeve weşanê, hem maddî hem jî manewî hemberê keda xwe distînin. Wê gavê helbet kar geş dibe, herweha pisporî û kalîte jî kûrtir dibe. Lê mixabin ev tiştên han yek jî ji bo Kurdan tune ye. Hemû kar û xebatên ku tên kirin, di asta hewldanên şexsî de ne.”


Girîngiya wergera ji zimanê resen

Salih Agir Qoserî destnîşan dike ku di wergerê de xala herî girîng wergera ji zimanên resen e. Gelek berhemên biyanî ji bilî Îngîlîzî ji ber kêmbûna wergeran ji wergera Îngîlîzî tên wergerandin. Qoserî dibêje ku ev jî kalîteya wergera Kurdî dadixe û wiha pê de diçe: “Lewma jî dema ku mirov ji zimanê duyem wergerand, berhem ji reseniya xwe pir bi dûr dikeve, êdî tahma xwe ji dest dide. Loma ez bixwe ji zimanê resen wergerê dikim. Dema ku dixwînim jî wergerên ji zimanên resen tercîh dikim” 


‘Divê werger Kurdî bifikire’

Werger Qoserî diyar dike ku xaleke din a girîng jî ew e ku werger her du zimanan jî pir baş bizane û bi taybetî jî bi Kurdî bifikire. Qoserî bi lêv dike ku ger ev xal bi cîh neyê, ev berhem wê nikaribe serkeftî be û axaftina xwe wiha didomîne: “Lew di eslê xwe de werger bi xwe wergerandina fikrê ye. Ango bi wan gotinên ku tên gotin, leheng yan nivîskar dixwaze çi bibêje. Ya herî girîng ev e. Heger ku mirov karibe bi Kurdî bifikire mirov ê karibe wergerê bike.”

Her çiqas kêmasî hebin jî pêşketinên mezin jî di vê qadê de çêdibin. Qoserî pêşketinên heyî bi mînakên berhemên ji Weşanxanê Lîsê derketine dide û wiha dibêje: “(Weşanxaneya Lîsê) Projeya wergera Sed Klasîkên Cîhanê bi serkeftin dimeşîne. Heta îro Lîsê ji Îngîlîzî, Fransî, Almanî, Rûsî, Spanî û hwd zêdeyî pêncî berhem bo Kurdî wergerandine.”


‘Berhemên dîsutopîk bala min dikişîne’

Wergêr Qoserî qala planên xwe yê siberojê jî dike û mizgîniyên berhemên nû dide xwînerên Kurdî: “Bi taybetî ev romanên dîsutopîk bala min dikişînin. Bi vê şêweyê, bi zimanê Îngîlîzî û Swêdî çend romanên din jî hene, difikirim wan wergerînim Kurdî. Lê ji bilî wergerê, ez bixwe hin çîrokên ku ji zû de di bala min de ne, niha dinivîsim. Piştî wan ez ê dest bi wergera wan romanan bikim.”



Salih Agir Qoserîо ki ye?

Salih Agir Qoserî sala 1969’an li gundê Hêşeriyê ku ser bi navçeya Mêrdînê  Qoserê ye, çêbûye. Dibistana seretayî û ya navîn li vî gundî, lîse li Qoserê xwend. Pişt re li Amedê, li Zanîngeha Dîcleyê beşê perwerdehiyê xwend. Sala 1993’an çû Swêdê û li wê derê bi cî bû. Salih Agir Qoserî li Swêdê li Zanîngeha Gävleyê bi ziman û wêjeya Îngîlîzî dest bi xwendinê kir. Piştî demekê beşa xwe diguherîne, li dû hev  Kultur û Medya, pişt re di beşa Kulturê de lîsansa bilind dixwîne. Him di dema xwendekariyê de, him jî pişt re, li şaredariya bajarê Gävleyê tercumaniya Swêdî-Kurdî dikir, demekê jî mamostetiya zimanê Îngîlîzî û Swêdî kiriye. Salih Agir Qoserî sala 2010’an kursa wanebêjiyê xwend. Piştî vê kursê wî di Kurdolojî de lîsansa bilind xwend û li heman zanîngehê dersên zimanê Kurdî û hinekî jî yên zimanê Îngîlîzî dan. 

Qoserî û Mizgîn Bîngol bi hev re romana Mikael Niemi ya bi navê Ji Vîttulayê Muzîka Populer ji Swêdî wergerandine Kurdî, Qoserî romana Hasan Bildirici ya bi navê Rêya Bêveger ji Tirkî wergerandiye Kurdî û pirtûkên George Orwell Çewlîka Heywanan û 1984 ji Îngîlîzî wergerandine Kurdî.


ÎBRAHÎM BULAK/FRANKFURT