Serdanan roja sêşemê li paytexta Bîlbao ya Baskê, bi saziya navê Zenber Gara elkartea ya li ser ziman perwerde û lêkolîna dimeşîne dest bi hevdîtinê kir û roja çarşemê jî bi şaredariya Hernanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de bi Şaredariya Şemzînanê re protokola bajar a biratiyê hat îmzekirin.
Piştre heyet di çarçoveya bernameya Hernanî de bi tevgerên ciwan û jinan re hatin cem hev. Di hevdîtinê de tecrube hatin parvekirin û li ser rêveberiyên herêmî yên Kurdistanê jî nîqaş hatin meşandin.
Heyet roja pêncşemê jî bi Yekitiya Şaredariyê Baskê (Udalbiltza) û rayedarên partiya Sortu re hatin cem hev. Heyeta GABB’ê îro jî dê li herêma Katalan serdana pêk bîne. Heyet dê bi rayedarên Koma Tevlihev ya Parlamentoya Katalan, Partiya Çep a Katalan û Yekitiya Şaredariyên serbixwe re bê cem hev.
ANF/BİLBAO