Yek ji berhemên Gagarîn ê ku salên 1840’î wî li Qafqasyayê xêz kiribûn, ji berhemên wî yên hostetiyê ye. Di vî berhemî de siwarên Kurd hene ku şerekî kurt ê artêşa Farsan dikin. Gagarîn ê ji malmezinên Rûs weke esker wê 8 salan çalak li bereyên şer bûya û gelek berhemên wî ji vê demê mane.

Li Serhedê, li Ermenistana îro û Rojhilatê Kurdistanê hin xêzên ji nîvê sedsala 19’an gelekî bala Kurdan dikişînin ser xwe. Ev xêzên hanê pirranî ji bo çapên kitêban hatin bikaranîn û berhemên hunerî ne. Xasma jî ew ên ji destê malmezin, fermandar û şêwekarê Rûs ê ji Saint Petersbourgê, Mîr Grîgorî Grîgorîevîç Gagarîn. Ew resmê wî xêzkirî yê ku li serê siwarên Kurd şerê Farisan dikin nêzî keleha Serdarabadê ya li Ermenistana îro pirr balkêş e û li ser înternetê û di kitêban de gelekî tê belavkirin.

Yê ku ev resm xêz kirî Grîgorî Gagarîn sala 1810’an li Saint Petersburgê hatiye dinê û sala 1893’yan li Fransayê jî miriye. Ew ji malmezinên Rûs e, ji ber wê jî hem fermandarekî eskerî (generalê payebilind), hem rêveber e jî. Ew ji Mîrên Rûrîkîdê ye. Ji ber ku bavê wî dîplomatekî Rûs li Fransa û Îtalyayê bû, Gagarîn jî heta 13 saliya xwe li Parîs û Romayê mezin bû. Wî xwendina xwe kir, lê perwerdeyeke fermî ya hunerî bi xwe nebûye para wî. Hunerê wî dibe ku bi xêra şêwekarê Rûs ê navdar Karl Briullov bê. Vî şêwekarê demeke li Îtalyayê mayî, hingê dersên taybet dane Gagarîn. Dema ku resmên wî ji bo wêneyên kitêbên Alexander Pushkin, “Melîkeya meran” û “Çîroka Çar Saltanî” hatin bikaranîn, ew wekî hunermendekî hoste navdar bû.

Bi Lermontov re di yek konî de

Wî jî dîplomatiya Rûsyayê kir li Parîs, Roma, Stenbolê û Munchenê. Ew dibe hevalên hunermend û nivîskarên navdar ên serdema xwe yên weke Vladimir Sollogub, Mîxaîl Lermontov. Hevaltiya wî ya bi Lermentov ê şair, nivîskar û şewekar re wisa bû ku gava Lermontov hat mişextkirin, wî jî da dûv. Ew bi Tugayên Tengîn yên di Şerê Qafqasan de bû. Heta li gorî hin çavkaniyan ew di heman konî de jî mane. Ew beşdarî şerê li dijî Gortsiyan bûne. Li wir wan karê xwe dewam kiriye û ew xêzên ku weke, “Lermontov xêz kir, Gagarîn rengand (Lermontoff delineavit, Gagarin pinxit)” çêkirin. Lermontov wê 1841’ê di dueloyekê de bihata kuştin, lê Gagarîn eskeriya xwe dewam kir.

Ji şeran ber bi akademiyê ve

Sala 1842’yan ew li Dagistanê bû û heta 1848’an jî wî li Qafqasan eskerî kir. Piştre jî ew li Qafqasan bû lê li Tiflîsê wî bêhtir karên rêveberiyê kirin heta 1855’an.

Ew sala 1855’an çû Saint Petersburgê û sala 1858’an jî bû Generalê Paye Bilind. Sala 1859’an ew ê bibûya cîgirê serokê Akademiya Huner a Împaretoriya Rûs û heta 1872’yan ev wezîfeya xwe dewam bikira. Wî di vî karê xwe de pişta Stîlê Bîzansê kir ku weke ronesansa Rûs tê nasîn. Wî Lermontov û helbestên wî ji bîr nekirin Necis a wî li Şanogeha Împaretoriyê bê nîşandan.

Gagarîn sala 1893’yan li bajarê Châtellerault ê Fransayê miriye.

   

Siwarên Kurd di dema kurteşerekî de

Ew berhema wî ya navdar a ku şerê siwarên Kurd û Faris (Tatar) nîşan dide bi xwe sala 1847’an di kitêbekê de hatiye weşandin. Jixwe em wî halê gravurê nas dikin. Adolphe Jean-Baptiste Bayot ev gravure li ber berhema Gagarîn amade kiriye û Alfred Leon Lemercier kitêb li Parîsê weşandiye. Diyar e ku Gagarîn ev resm di dema ku li qafqasan eskerî dikir xêz kiriye. Sala tam a xêzkirinê nayê zanîn, lê her beriya 1847’an e. Tevî ku ew bêhtir weke “Kurteşerê Farisan û Kurdan li Ermanistanê” navdar jî be, hin caran weke “Şervanên Kurd û Tatar li Sedarabatê” jî tê binavkirin. Bi her halî, di wêne de Dêra Jinxas Hrîpsîm xuya dike.

Hin resmên din ên Gagarîn ê ku pê Kurd xêz kirine hene, yek ji wan jî “Ciwanekî Kurd” e ku ew jî di salên 1840’î de hatiye xêzkirin.

 

FRANKFURT