Carinan wêneyek dikare ji pirtûkekê bêhtir agahiyan bidin. Ango di wê kêliya demê ya cemidî de hemû detayên kêliyekê, mirov dikare bi bîhna fireh binihêre û yek bi yek wan ji hev derêxe.

Ev wêne sala 1899´an li Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin û em li serê komek muzîkjen û reqqasan dibînin ku muhtemel e, ji wan koman in ku li Rojhilatê Kurdistanê ji wan re Begzade dihat gotin, ji tirsa ku navê wan li nav xelkê û eşîran bi nebaşî bigerînin. Kemaçeya bi kovik a di destê yekî ji muzîkjenan de, teplika li ber destê yê din de û jina ku li defê dixe, di warê înstrûmanan bi tenê de agahiyan nadin; em ji wan fêr dibin ku jinên van komên muzîkjen ên ku li deverên Kurdistanê bi navên, aşiq, gewende, mitirb û wekî din jî tên nasîn,  jî li înstrumanan dixin. Li aliyê din hebûna reqqasan û bi ser halan de reqqasên jin jî têra xwe tiştan di warê civakî de îfade dike. Ev aliyên civakî ji bo vê komê û ji bo xelk û eşîrên ew di navê de jî rê didin gelek şîroveyên muhtemel. Bi her halî, nebûna nirxandin û şîrovekirina wêneyên dîrokî yên ji Kurdistanê, bi dîtina van wêneyan, cihê daxê ye.

 NAVENDA NÛÇEYAN