Peykerekî Mahatma Gandî yê ku beriya bi du salan li kampusa Zanîngeha Ganayê hatibû danîn, nîveşevekê hat rakirin. Jixwe, çawa ev peyker hatibû danîn, xwendekaran û hin mamoste û rêveberên zanîngehê li ber rabûbûn; argumana wan çi bû? Gandî Efrîkî ”kêm” didîtin.
Hîna nû gava peyker hat danîn, li paytexta Ganayê Akrayê van minaqeşe û protestoyan dest pê kiribû. Dawiyê, di nava du salan de ji dijberên peykerî hat ku isbat bikin, Gandî yê îlham dayî gelekan bi serînetewandina xwe ya sivîl, xwedî hizrên nijadperest bû beramberî xelkê cihî yê Başûrê Efrîkayê. Encan jî bû nîveşevê rakirina peykerê wî.
AKRA