Ajokarên gerajê di çarçoveya biryara guhertina navê gerajê de, pankertek ku wêneya Îmad El-Seyêd li ser hebû bi zimanê kurdî û erebî “Geraja Şehîd Îmad El Seyêd” hatiye nivîsandin, li pêşiya gerajê daliqand. Berpirsyarê xeta taxa Qenat Siwês Melek Osman got ku piştî hevalê wan di teqîna taxê de jiyana xwe jidest da, wan li ser pêşniyara ajokaran navê gerajê guhertiye. Îmad El-Seyêd di teqîna taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo de ya di 23’ê mijdara 2013’an de jiyana xwe ji dest dabû.

QAMIŞLO